EFRÎN - Serbijîşkê Nexweşxaneya Avrîn a navenda Efrînê Ciwan Mihemed, got ku di bombebaranên heya roja îro hatin kirin de bi giştî 170’î sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 460 sivîl jî birîndar bû. Ciwan, diyar kir ku piraniya kuştî û birîndaran jin û zarokin.
Êrîşên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û hevkarên wê Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) yên li ser Efrînê di roja 29’an de jî berdewam dikin. TSK û OSO yên windahiyên giran dan, bombebaranên xwe êrîşî sivîlan dikin û her roja diçe bilançoya sivîlên birindar û jiyana xwe ji dest didin girantir dibe. Serbijîşkê Nexweşxaneya Avrîn a navenda Efrînê Ciwan Mihemed, bilançoya sivîlên kuştî û birîndarên heya roja îro di bombebaranan rû dan ji roya giştî re eşkere kir. Mihemed, diyar kir ku li Efrînê heya roja îro 170 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û wiha axivî: “460 sivîl jî birîndar bû. Li herêmên pevçûnên dijwar rû didin jî, hin sivîl windane.”
BI GIŞTÎ JIN Û ZAROKIN
Mihemed, di dewama axaftin xwe de wiha got: “Dinava kuştî û birîndaran de piranî jin û zarok hene. Di hefteya derbas bûyî de 26 zarok, 17 jin û 111 jê zilam jiyana xwe ji dest dan. Di nava birîndaran de jî 80 jê jin û 60 jê zarok hene. Li gundê Gobel ê Efrînê di bombebarana balafiran de ji malbateke Erep 25 kesan jiyana xwe ji dest dan. Mirovên gundên ser sînor bergiriyên xwe girtine. Gelek ji wan di şekeftan dene û dibine erdê dene. Lê di herêmên hûndir de mirovan amadekariyên xwe nekirine. Ji ber vê yek bi giştî windahiyên heyî ji herêmên hûndirin. Di nava kesên jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûne de, şopa goleyan tuneye. Hema bêje hemû di bombebaranên balafirên şer û topan de birîndar bûne û jiyana xwe ji dest dane. Mirov parçe parçe bûne. Gava mirov li bedana zarokan mêze dike, mirov pirsa gelo mirovahî li ku maye ji xwe pirs dike.”
DIBE KU WINDAHIYÊN SIVÎL ZÊDE BIBIN
Bijîşk Mihemed, anî ziman ku hêjmara kuştî û birîndarên ji yên wan tespîtkirine zêdetirin û wiha got: “Mînak ji ber bombebarana balafiran û avêtina topan avahiyên 4 qatî rûxiyane û mirov dibine de mane. Ji ber ku herêmên şerin ekîbên me nikarin herin wir. Mirovên ji wê herêmê xelas bûne wisan dibêjin. Ji ber vê yekê dibe ku hejmara windayan zêdetir bibin.”
XWEST RAYA GIŞTÎ GUH BIDIN BANGÊN WAN
Bijîşk Ciwan Mihemed, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em weke ekîba tenduristiya Nexweşxaneya Avrîn her daîm amadene. Lê derfet û pêdiviyên tibbî yên di destên me de têrê nakin. 24 saetan em li ser karên xwene. Lê pirsgirêkên meya yên dermanan hene. Li ser nexweşxaneya me barek giran heye. Ji dest pêka şer heya roja îro me bang li saziyên navneteweyî kir, lê guh nedan bangên me. Em dixwazin êdî guh bidin bangên me. Em hêvî dikin ku gelên me yên derve de piştgiriya dermanan ji bo me bikin”
MA / Nazim Daştan