STENBOL – Civaknasê Êzidî Azad Bariş, bal kişand ser êrîşên li dijî Efrînê û aşkera kir ku êrîşa 3'yê Tebaxa 2014'an a DAIŞ'ê li dijî Şengalê çi be, ya li dijî Efrînê jî ew e û ev tişt got: "Tişta li dijî Efrînê tê kirin, şerê li dijî gelan, qencî, biratî û zentûnê ye." Bariş diyar kir ku heke parastina we tune be, dê hêzên serdest we parçe parçe bikin.
Êrîşên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) 29 roj in li dijî Efrînê dewam dikin. Bertekên li dijî êrîşên Tirkiyeyê zêde dibin. Civaknasê Êzidî Azad Bariş êrîşên li dijî Efrînê şermezar kir.
‘ŞER TALAN Û XIRABÎ YE’
Bariş da zanîn ku wateya "Şer" xirabî ye û li pey xwe texrîbatê dihêle û ev tişt got: "Dema şer tê kirin, tenê derûdor, dar, malan hilnaweşîne û mirovan nakuje. Li pey xwe texrîbatên gelek mezin ku nifş bi nif dewam dike dihele. Ji ber ku nifş bi nifş tê derbaskirin. Ev êşa mezin di rûpelên reş ên dîroka mirovahiyê de disekine. Ji bo wê dema em li dîroak gelên ku di komkujiyê re derbas bû mêze dikin, organîzasyona wan a civakî û rêxistinbûna wan li gorî wê çê dibe."
Bariş diyar kir ku di lîteratora êzidiyan de peyva şer tune, piştî ji Asûran derbasî Akadan bûye û ji wir derbasî erebî û gihiştiye wan û wiha axivî: "Em vê peyva xirab piştî ji devê kesên li dijî me şer dane destpekirin digirin û piştre pênaseya wê dikin. Kesên baş bi şer texrîbatê dernaxin. Ew tenê ji bo xwe biparêzin li dij derdikevin. Tişta niha li Efrînê diqewime jî ev e. Yên baş niha di parastinê de ne."
‘ÊRÎŞA LI DIJÎ EFRÎNÊ, LI GELAN E’
Bariş êrîşa DAIŞ'ê ya di 3'yê Tebaxa 2014'an de li dijî Şengalê pêk hat bi bîr xist û wiha pê de çû: "Vê komkujiyê tiştek hînê me kir. Ji bo em xwe biparêzin divê em zend û bendan badin. Ji bo em ewlehiya xwe bigirin, me yekîneyên xwe yên berxwedanê ava kirin. Ji ber ku em li dijî van îblisan qenciyê li cîhanê belav bikin, divê em aqilê kamîl bixin dewrê. Heke hêza we tune be, dê îblis we parçe parçe bikin. Lewre tişta li Efrînê dewam dike, berdewama Şengalê ye û li dijî gelan pêk tê. Li gorî me tişta li Efrînê diqewime qet ji Şengalê ne kêmtir e. Heta hêj pêştatir e."
Bariş derbirî ku gotina Efrîn di kurdî de tê wateya afrîner-xweliqandinê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tişta li dijî Efrînê tê kirin, şerê li dijî qencî, gelan, biratî û zeytûnê ye. Çiqla zeytûnê sembola aştî û jiyanê ye. Vana çiqila zeytûnê jî kir amûrekî şer, bi tang, top, bombe û amûrên ku bandora wan a teqemeniyê gelekî zêde ye bi ser gelan de çûn. Lewre ev êrîşa li dijî Efrînê tenê li dijî kurdan nîne, qasî li dijî kurdan e, li dijî tirkmen, ereb, ermenî, zerdeştî, êzidî û asûriyan e."
‘DIVÊ AFRÎNER BÊ PARASTIN’
Bariş got ku bila kes li qusûrê mêze kene, qasî ku li dijî texdîra îlahî derkevin çavên wan sor nebûye, aqilê xwe di fermandariya kesêkî de seferber nekiriye û ev tişt anî zinan: "Em hevrejiyana gelan, pirçandî û biratiyê dixwazin. Ji bo wê berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê li dijî vê êrîşê derkevin. Lewre ev serhildana kesên qenc a li dijî xirabiyê ye. Ji bo wê Efrîn gelek girîng e. Heke li Efrînê encamek xirab derkeve holê, em hemû dê winda bikin. Ji bo wê divê em wekî ronahiya çavê xwe li Efrînê mêze bikin. Heke kes nûra çavê xwe winda bike, hem ji îlahî hem ji mirovahî û hem jî ji rêya beşeriyê teqes bê par dimîne. Divê em wekî navê Efrînê alîgirê afrîneriyê."
‘EM Ê XWEDÎ LI GELÊ EFRÎNÊ DERKEVIN’
Bariş bi lêv kir ku wan roja destpêkê gotiye guneh e, yazix gelan bi hev nedin qirkirin û ev nirxandin kir: "Lê kulmek delodînên sernameyê, kesên bê mêjî, bi tu awayî tiştek ji mirovahiyê negirtine, cînanê bi rêve dibin. Pirsgirêka serdema me ev e. Li cihê biratiya gelan, dijminahiyê di nava gelan de belav dikin. Em ê xwedî li Efrînê derkevin. Kelekemî ku di laşê wan re diçe, li dilê me jî dikeve. Ji bo her zarokên li wir jiyana xwe ji dest didin, dilê me feryat û fîgan e. Gam her ku diçe mezin dibe. Kes nikare pêşî li vê gotina me bigire. Bila qusûrê mêze nekin. Nayê wê wateyê hejmara me kêm be, xençerên di destê me de tûj nebin, çekê me hindik bin û em zêde girîngiyê nedin avakirina artêşên mezin ên leşkerî jî, em ê xwe bê deng bikin. Van çiyayan, van zeytûnan û vê erdnîgariyê çi egîd dîtin."
YEKITIYA GELAN NEBE NABE
Bariş herî dawî bang kir ku bila her kes bê ew bi hev re îbadetên rengînî li dar bixin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Werim em bi hev re aştiyê ava bikin. Ez dibêjim ku werim em li dijî munafiqan bi olî, li dijî zaliman baweriyê, li dijî xirabiyan yekitiya mirovan ava bikin. Lewre heke ez li deriyê ermeniyan nedim, ez ê xizan bimînim. Heke ez li rêya elewiyan neçim ez ê bimirim. Ez neçim mala misilmanan ez ê ji diayên wan bê par bimînim. Ez neçim gel asûriyan ez ê ji baxçeyê buhuştê bê par bimînim. Ya din jî heke hûn êzidiyan ji bîr bikin, dê roj ji we bixeyde. Ji bo wê divê gel bibin yek."
MA / Sadiye Eser