WAN - Dadgehê der barê Nûçegîhanê DÎHA'yê Nedîm Turfent de bi sucdariya "Endamê rêxistinê" ye 8 sal û 9 meh ceza birî bû. Dadgehê biryara bi hincet aşkere kir û hincet wekî "nûçe mirovan aciz dike" nîşan da.
Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Nedîm Turfent, di qedexeya derketina derve ya li navçeya Geverê ya Colemêrgê nûçe dişopand û li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir, di 13'ê Gulana 2016'an de hat girtin. Di çarçovey doza de bi îdiaya "Endamê rêxistinê" ye 8 sal û 9 meh ceza lê birîn û 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê biryara pêwîstekî aşkera kir.
Turfent bi delîlên ku danîn holê hemû îdiayên der barê xwe de vala derxist, yek jê veşarî, 3 şahidên ku dadgehê xwe negihand wan û bi giştî 19 şahidan aşkera kir ku wan di bin îşkenceyê de îfade daye, lê ruxmê vê jî dadgehê ceza li Turfent birî.
Di biryara pêwîstekî de, hemû şahidan li pêşberî dadgehê aşkera kirin ku ew Turfent nas nakin. Dîsa hemû parvekirinên Turfent ên li ser medyaya civakî, wekî delîla sûc a "Endamtiya rêxistinê" hat hesibandin. Di beşa "nirxandin û pêwîstekî" de jî behsa sînorên azadiya çapemeniyê hat kirin, ferastetên DMME û PMME'ê dirêj dirêj hat vegotin.
BAWERIYA XWE BI ÎŞKENCE Û GEFAN NEANÎN
Di biryara pêwîstekî de hat gotin ku 19 şahid îfadeyên wan di bin îşkence û gefan de hatiye girtin, heyeta dadgehê baweriya xwe bi îfadeyên şahidan neanî, îdia kir ku bi "Zextên rêxistinê" îfadeyên xwe guhertine.
Ji bo vê jî ev tişt hat gotin: "Şahidan, di lêpirsînê de der bare bersûc de hin beyan dane, piştre gotine ku em nas nakin, di dosyaya me de jî beyanên şahidan ku dişibin hev hene û beyanên ku dişibin hev yên ku bersûc parvekirine, di pêvajoya lêpirsînê de bi giştî dibêjin ku em nas nakin û ev tê dîtin. Şahid, ji ber gefên rêxistinê îfadeyên xwe paşve kişandine, di hevpeyvîn û nûçeyên bersûc de jî bi zelalî tên dîtin."
NÛÇE 'MIROVAN ACIZ DIKE'
Di biryarê de, nûçeyên ku Turfent li Geverê di çarçoveya operasyonê de çêkirine, çêkirine jî cih digirin. Li ser van nûçeyan ji bo Turfent tê gotin ku "Şîrove û nûçeyên çors û mirovan aciz dikin çêkirine."
Bi heman şeklî, li ser hevdîtinên bi endamên YPS'ê re hatine kirin, nivîs û nûçeybi wan re çêkirine jî disekinin û Turfent wekî "Berdevkê Çapemeniya Rêxistinê" didin nîşan. Di biryara pêwîstekî de hemû nûçeyên Turfent di çarçoveya "Peywirdarê di nava rêxistinê" de tê nirxandin.
Ji ber wê, her çendê bê xwestin ku ji propagandaya rêxistinê bê cezakirin jî, delîlên şênber ên der barê Turfend de di çarçoveya "sûcê endamtiya rêxistinê" hat destgirin û ji xala 62'yan a TCK'ê 8 sal û 9 meh ceza li Turfent birîn.
MA / Nîmet Olmez