STENBOL - Hunermend Ferhat Tunç destnîşan kir ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rabe û guh bidin Ocalan û ev tişt got: "Wê Ocalan bi pêşdîtinên xwe yên di warê siyaseta Rojhilata Navîn de ji her kesî bêtir tevkariya vî welatî û erdnîgariyê bike."
Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her diçe girantir dibe. Ji 11'ê Tîrmeha 2011'an ve hevdîtin bi Ocalan re pêk nayê û ji 5'ê Nîsana 2015'an vir ve heyet û ji 11'ê Îlona 2016'an ve jî malbata Ocalan nikare hevdîtinê çê bike. Hunermend Ferhat Tunç berî çend sal di kampnayaya Platforma Ji Bo Aştiyê Ji Bo Ocalan Azadî de cih girtibû û îmze kiribû. Tunç tecrîda li ser Ocalan nirxand û got ku divê demildest dawî li tecrîdê bê.
'FIKARAN ZÊDETIR DIKE'
TUnç, destnîşan kir ku çend wateyên ku destûra malbat û parêzerên Ocalan û heyetên siyasî ku nahêlin bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin heye û wiha axivî: "Beriya her tiştî di sepandineke ku di tu huqûqê de cihê wê tune ye tê israrkirin. Astengkirina hevdîtinê bi tena serê xwe israrkirina di xeletiyê, bêhuqûqiyê de ye û ji ber hevdîtin bi Ocalan re nayê kirin hay ji tenduristiya wî û ewlehiya wî jî tune ye û ev yek jî fikaran zêdetir dike. Mînak bi salan e parêzerên Ocalan ji bo tenduristiya wî serlêdanan pêk tînin, lê bi tu awayî bersiveke erênî nadin. Ev jî bi hincetên wek 'di wateya nepeniya jiyana taybet de' tên kirin."
Tunç, destnîşan kir ku di dema "pêvajoya çareseriyê" de ku bi Ocalan re hevdîtin dihatin kiirn, li ser vê erdnîgariyê şîn û girî çê nedibûn û aramiyek hebû. Tunç wiha domand: "Empatiyeke zêde li mirovan peyda bû. Berberîbûn kêm bû. Her wiha tenê ne wek rêbazaeke astengkirina mirinan, em vê yekê wekî ku nêzîkatiya ji bo Ocalan û qebûlkirina rêberê milyonan dikarin fêm bikin. Li vê erdnîgariyê herî zêde em dikarin têkiliya di navbera aştî û demokrasiyê de bi azadiya Ocalan fêm bikin. Tecrîd tenê ne li Îmraliyê, bi şert û mercên Rewşa Awarte re li tevahiya welat heye. Her ku Ocalan dikeve dewrê mirin kêm dibin û atmosfereke demokratîk welat radipêçe."
'DIVÊ GUH BIDIN OCALAN'
Hunermend Tunç destnîşan kir ku divê teqez dawî li tecrîdê bê û wiha got: "Wê Ocalan bi pêşbîniyên xwe yên di warê siyaseta Rojhilata Navîn de ji her kesî bêtir alîkariya vî welatî, vê erdnîgariyê bike. Divê hikumet dev ji siyaseta xwe ya tecrîdê berde û ev tecerîd tu encameke erênî bi xwe re nayne. Têkildarî tecrîdê misyoneke girîng jî dikeve ser milê CPT'yê. CPT, hûrguliyên hevdîtina xwe ya dawî ya li Îmraliyê danexuyandin. Ev qad di çarçoveya berpirsiyariyên wê de ye, lê tevgerîna wê ya necidê nayê qebûlkirin."