ÊLIH – Li Êlihê bi îdiaya tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirine 6 zarok hatin binçavkirin.
Polîsan serê sibê li Êlihê bi îdiaya 6 zarokan 15’ê Sibatê roja radestkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê û tecrîda li ser Ocalan didome şermezar kirine bi ser malê wan de girt. Polîsan 6 zarok binçav kir û ew birin Miduriyeta Polîsan a Êlihê. Li bendê ye ku zarokan îro derbixin dozgeriyê û îfadeya wan bê girtin.