AMED – Endamê Lîjneya Rêveberiya Baroya Amedê parêzer Cîhan Ulsen di çalakiya ji bo kujerên Tahîr Elçî bên dîtin de axivî û diyar kir ku ronîkirina kuştina Elçî bi vîna siyasetek xûrt pêkane derkeve holê.
Baroya Amedê ji bo ronîkirina kuştina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî li ber Edliya Amedê di hefteya 114’emîn de çalakiya xwe dewam kir. Gelek parêzer bi cubeyên xwe beşdarî çalakiyê bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” hildan. Di çalakiyê de endamê Lîjneya Rêveberiya Baroya Amedê parêzer Cîhan Ulsen daxuyanî da û û got: “Li gel ku ewqas dem bi ser kuştina Elçî de derbas bû, hêj geşedanek li ser navê edaletê tetmîn û maqûl pêk nehatiye. Sozên ji bo navê edaletê dan jî nehatin girtin.”
'EDALETA DERENG MAYÎ NE EDALET E’
Ulsen anî ziman ku ew girîngiyê didin daxuyaniya “Encam dirêjî ku dibe bila bibe, dê bi awayekî çalak bê birêvebirin” a Serdozgeriya Komarê ya Amedê û wiha got: “Em dixwazin demek nêz de ev gotinên dozgeriyê yên bi biryar, şênber bibînin. Bûyera Tahîr Elçî di wîjdanê civakê de birînek kûr vekir. Ev cînayetek polîtîk e. Di heman demê de ronîkirina kuştina Elçî bi vîna siyasetek xûrt pêkane derkeve holê. Edaleta dereng mayî ne edalet e. Em sozê ronîkirina bûyerê carek din dubare dikin.”
Parêzeran piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anîn.