NAVENDA NÛÇEYAN - Diyanetê di xutbeya îro de got: “Têkoşîna bi çek a ji bo bawerî, hebûna welat, nemirî û azadiyê, îro asta herî jor a cîhadê ye" û propaganda siyasî kir.
Wezareta Karê Diyanetê piştî operasyona Efrînê xwestibû ku di hemû mizgeftan de Sûreya Fetîhê bê xwendin. Ev helwesta Diyanetê rastî bertek û rexneyên giran hatibûn. Lê ligel vê yekê jî, Diyanetêdîsa xutbeyên Înê kir malzemeye propagandaya siyasî. Îro jî di xutbeyên Înê de bi awayekê ser girtî behsa operasyona Efrînê kir. Xutbeya bi ser navê “Cîhad: Canê Li Ser Rêya Xuda, Mal û Têkoşîn” ku di sîteya fermî ya Diyanetê hat weşandin de ev tişt hatin gotin: “Pîvanên Îslamê yên jiyanê li ser rûyê erdê belavkirin, ji bo bi dawî anîna bê mafiyan cîhad, hin caran bi pênûsê û hin caran jî bi gotin dibe.” Di dewama xutbê de ev yek hat gotin: “Têkoşîna bi çek a ji bo bawerî, hebûna welat, nemirî û azadiyê, îro asta herî jor a cîhadê ye. Têkoşîna me ya berê ji bo vî welatê ezîz, ji Rojhilat heya Rojava, ji Bakur haya Başûr dida, şahidê zindî yê cîhadê ye.”
Li aliyê din jî Serokê Karê Diyanetê Prof, Dr. Alî Erbaş Hatay ku dikeve navenda operasyona Efrînê ziyaret kir û bi Walî Erdal Ata re hevdîtin pêk anî. Piştî hevdînê Erbaş li Mizgefta Habîb-î Neccar nimêja Înê kir û xutbeya mijara gotinêye xwend.