COLEMÊRG - Li Geverê bi hinceta “Îxbarê” 6 jê jin 10 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Li mezrayên Çamdalli-Agaçlik û gundê Avgamasiya yên navçeya Gevera Colemêrgê, polîsan di 14’ê Sibatê de bi ser malan de girtin, 6 jê jin 10 kes binçav kirin. Polîsên bi sedan leşker û maşineyên zirxî re bi ser malan de girtin, bi hinceta “Îxbarê” îdîaya “Alîkarî dane rêxistinê” kesên binçav kirin, birin Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê. Piştî lêpirsîna li vê derê qediya, 10 kes ji bo îfadeyên wan bên girtin sewqî Midûryeta Polîsan a navçeyê hatin kirin. Polîsan piştî îfadeya 10 kesan girtin, berdan.