MELETΖ Hevserokê HDP'ê yê Meletiyê Aydin Ustun hat binçavkirin.
Hevserokê HDP'ê yê Meletiyê Aydin Ustun hat binçavkirin. Polîsan danê sibehê avêt ser mala Ustun û ew binçavkirin. Hinceta binçavkirina Ustun nehat zanîn.
Di 13'ê Sibatê de polîsan avêtibû ser avahiyên HDP û DBP'ê yên li bajêr û Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Perîhan Yucekaya û Hevserokê DBP'ê yê Bajêr Mahmût Bîlgîç, Hveserokê HDP'ê yê Battalgaziyê yê berê Abûzer Adiyaman û endamên partiyê Halîse Kizil, Sîbel Yaylagul û Bulent Karataş, Alî Dogan, Kamîl Şahîn, Hasan Kaya û rêveberê HDP'ê Hasan Şahîn hatibûn binçavkirin.
Hat hînbûn ku Ustun jî di heman çarçoveyê de hatiye binçavkirin.