ENQERE – Nûner û rêveberên HDK û HDP'ê yên, beriya kongreya HDP'ê hatibûn binçavkirin sewqî Edliyeya Enqereyê kirin. Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu sewqî dozgeriyê kirin.
Endam, rêveber û nûnerên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), beriya 3'emîn Kongreya Asayi ya HDP'ê ku di 9'ê Sibatê de hatibûn binçavkirin sewqî edliyeya Enqereyê kirin. Hevberdevkê HDK'ê Prof. Dr. Onur Hamzaoglu, Hevberdevka Platforma Piştevaniya Sosyalist (SODAP) Kezban Konukçu, Hevseroka Partiya Paşeroja Çep û Keskan Nacî Sonmez û Eylem Tuncaelî Berdevka Meclîsa Jinên Sosyalîst û Cîgira Hevserokên ESP'ê Fadime Çelebi, anîn Edliyeya Enqereyê. Piştî endam û rêveberên HDK'ê û HDP'ê sewqî edliyê kirin, Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu derxistin dozgeriyê.
Piştî nûnerên HDK û HDP'ê derxistin edliyê Gelek welatî li ber avahiya edliyê kom bûn. Di nava komê de Parlamenterên HDP’ê, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakkalci jî hatin ber avahiya Edliyeya Enqereyê kom bûn. Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Serpil Kemalbay ku di 13'ê Sibatê de ji bo îfadeyê bide çû Edliyê û hat binçavkirin, hat diyar kirin ku dê rojên wê yên binçavkirinê dirêj bikin.