DENÎZLÎ - Li Denîzliyê, dayik Seher Baş bi tifingê kurê xwe Eyup Ozturkê 17 salî yê ji sedî 99 berasteng bû û bi nexweşîna Serebral Palsiyê ketibû kuşt û paşê bi heman çekê întihar kir.
Li taxa Hacikaplanlar a navçeya Pamûkkale ya Denîzliyê, dema dengê çekê ji mala Seher Başê hat cîranên wê xeber dan polîsan. Dema polîs hatin li hundurê malê leqayî cenazeyê dayik Başê û kurê wê Eyup Ozturkê 17 salî yê ji sedî 99 berasteng bû û bi nexweşîna Serebral Palsiyê ketibû hatin. Di lêkolîna li cihê bûyerê de derket holê ku, dayik Baş pêşî bi tifingê bera serê kurê xwe daye û paşê jî bi heman tifingê întihar kiriye.
Ji bo otopsiyê cenazeyê dê û law rakirin Morga Saziya Tiba Edlî ya Zanîngeha Pamûkkaleyê.
Hat hînbûn ku hevjînê Seher Başê, Îbrahîm Ozturk ku salek berê dev ji hevdu berdane, li Riyên Hesinî yên Dewleta Komara Tirkiyeyê (TCDD) dixebitî û di çarçoveya lêpirsîna Cemaeta Gulen de hatiye îxrackirin û hatiye girtin.
Dayik Baş bi meaşê astengdariyê yê kurê xwe û bi alîkariyên şaredar û cînaran debara xwe dikir û hat gotin ku di demên dawî de pirsgirêkên wê yên derûnî çê bûne û tim ji cînarên xwe re digot: "Ez ê kurê xwe bikujim û întihar bikim."