KOCAELÎ – Li navçeya Golcuk a Kocaeliyê, derket holê ku Ecem Balciya di 5'ê Çileyê de winda bûbû hatiye kuştin.
Li navçeya Golcuk a Kocaeliyê, cenazeyê Ecem Balciya 17 salî ya di 5'ê Çileyê de winda bû li qadeke daristanî bi awayekî binaxkirî hat dîtin. Piştî lêkolînên Muduriyeta Şaxa Asayîşê ya Muduriyeta Polîsan a Kocaeliyê cenazeyê Balciyê hat dîtin û hat diyarkirin ku mêrê bi navê Suleyman Kara Balciyê kuştiye.
Hat tespîtkirin ku Kara ji ber qaçaxçîtiya berhemên dîrokî girtiye û di girtîgehê de îfadeya wî hatiye girtin. Piştî lêkolînan derket holê ku Kara, Balciyê kuştiye. Hat gotin ku piştî Balci hatiye kuştin li qadeke daristanî ya gundê Ayvazpinar ê Golcukê hatiye veşartin. Ekîbên ku duh bi şev çûn qada daristanî, li cihê hat gotin cenazeyê Balciyê yê hatibû binaxkirin dîtin. Ji bo otopsiyê cenazeyê Balciyê şandin Saziya Tiba Edlî.
Lêpirsîn didomin û polîs îfadeyên Suleyman Kara û xizmên wî digirin.