AMED - Rojnameger Ozgur Amed êrîşên li dijî Efrînê nirxand, aşkera kir ku desthilatdarî bi manşet û manîpulasyonê operasyonê bi rêve dibe û ev tişt got: "Dê Efrîn nekve lê dê Kîlîsê bi roketên xwe bixin."
Êrîşên Tirkiyeyê û komên girêdayê wê 28 roj e li dijî Efrînê dewam dike. Dema dît ku bi pêş de naçe, bi manşetên rojnameyan operasyonê serkeftî dide nîşan. Rojnameger Ozgur Amed, der barê êrîşên li dijî Efrînê û geşedanên di rojevê de axivî. Amed êrîşa li dijî Efrînê wekî "dagirkerî" pênase kir û ev tişt got: "Hêzên li Tirkiyeyê bi tu awayî nedihatin gel hev, îro bi hev re tev digerin û li dijî kurdan tevgereke topyekun dane destpêkirin. Aqilê dewletê bi fîzîkî, remzî û tevgerî li dijî kurdan ketiye tevgerê. Di salên 90'î de êrîşeke fîzîkî zêdetir li pêş bû. Piştî êrîşên fîzîkî rawestiyan, vê carê rêbazeke din xistin dewrê. Îro bi her awayî bi ser kurdan de diçin û cihê ku em îro bi civakî hatinê, karesat e."
’WEKÎ KU 28 ROJ E BI HDP'Ê RE ŞER DIKE’
Amed got ku ji pirsa "Çima Efrînê?" re bersivên cuda dikare bê dayîn û wiha axivî: "Mirov dikare wekî du mijarên navxweyî û derve bigire dest. Dema em wekî mijara navxweyî lê mêze kin, arnamc ne Efrîn e û ev bi zelalî tê dîtin. Dixwazin tişta li hundur bikin, raste rast qirkirina civakê ye. Di şexsê Efrînê de tişta ku dixwazin bikin, civakê tasfiye bikin û ev tişta herî xirabe ku bê kirin. Birêz Ocalan gelek caran behsa qirkirina çandî kiribû. Armanca wan ev e."
Amed gotina "Qirkirina civakî" bi mînaka danî holê, mînaka herî girîng zextên li ser HDP'ê da nîşan û wiha pê de çû: "Wekî ku 28 roj e bi HDP'ê re şer dike. Sazî şewitandin, rêveberên nehatin binçavkirin neman. Hat rewşek wiha dê di nezaretê de kongre bi HDP'ê bidana kirin. Ev desthilatdarî çiqasî bitengije, divê tevgerek dijber bi pêş bixe û ji bo vê tenê gotina 'terorê' tîne ziman. Di tevahiya dîrokê de ev wiha ye. Dema tengijî dê 'terorê' biafirîne. Tişta ku desthilatdarî îro dike jî ev e."
‘DIBE PÊKANÎNA YEK TÎPÊ BÎNIN’
Amed da zanîn ku di dema êrîşên li dijî Efrînê de desthilatdarî bi rihetî dikare bi ser girtîgehan de biçe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tam jî di pêvajoyeke wiha de bi rihetî yek tîpê bixin girtîgehan. Pêşketineke li derve gelkî bi lez bandorê li ser hundur dike. Her dem zindan bandorê li bûyerên derve dikin. Di nava vê kaosê de bi rihetî dikarin bi ser hevalên hundur de biçin."
‘DIXWAZIN HEMÛ GIRTÎGEHAN BIKIN WEKÎ ÎMRALIYÊ’
Amed anî ziman ku bi êrîşa li dijî Efrînê re tecrîd kûr kirine û wiha dewam kir: "Em polîtîkayên li hundur dimeşînin jî dibînin. Di şexsê Birêz Ocalan de tecrîdek bi salan heye. Niha bi tecrîda li Îmraliyê re, dixwazin hemû girtîgehan bikin wekî Îmraliyê. Aqilê dewletê tam jî vê dixwaze. Kesê ku deng bike tune. Lînceke gelekî mezin heye. Her kesî li gorî dilê xwe kontrol dike."
Amed derbirî ku girtina 2 endamên MÎT'ê yên paya bilind jî di bin sîha operasyona Efrînê de hiştine, MÎT'ê hemû planên hikumetê îtiraf kiriye, operasyona li dijî Efrînê ne tesaduf e. Amed, bal kişand ser şideta li dijî civakê jî û ev tişt anî ziman: "Ez naxwam ji vê rewşê re bêjim 'civak tê xapandin.' Dê ev bibe nêrîneke ji rêzê. Ev dişibe gotina 'Cerdevan mirovên ku hatine xapandinin', ev gelekî şaş e. Mirovê dibe cerdevan bi tercîha xwe vê yekê dike."
‘DÊ EFRÎN NEKEVE LÊ…’
Amed nirxandinên Civaknas Pierre Bourdieu yên der barê dewletê de jî anî ziman, aşkera kir ku dewletê îro destên xwe yên rast û çepê anîne gel hev û dixwaze li kurdan bixe. Amed got ku şer bi manşet û manîpulasyonê bi rêve dibe û ev nirxandin kir: "Yek jî qadên herî girîng Kîlîs e û meseleya roketên tên avêtin e. Li gorî min bila navê vê operasyonê biguherînin. Bêjin operasyona Kîlîsê. Çûn Efrînê lê hindik maye ku Kîlîsê bixin. Bi xwe roketan davêjin. Her tişt pir zelal li holêye. Dê Efrîn nekeve lê Kîlîsê bi roketen xwe bixin."
‘EFRÎNÊ JI ZÛVE QEZENC KIRIYE’
Amed rola hêzên navneteweyî jî bi mînakên fîlmên "Baş, Xirab û Kirêt" şîrove kir, da zanîn ku xirabiyên ku li kurdan tên kirin, ji derveyê arşîvkirinê Ewropayê tu tişt ne kir. Amed berxwedana mezin a gelê Efrînê jî nirxand û ev tişt got: "Dibêjin berxwedana serdemê. Civak vê wiha dibîne û qebûl dike. Dê ev berxwedan serdemê ji hêla kê ve bê berdewam kirin û ji hêla kê ve neyê berdewam kirin, meseleyeke civaknasiyê ye. Destama kurdan a li Kobanê bû malê civakê. Hêj tê pasîfîzekirin û nayê dîtin. Tişta li Efrînê bi pêş dikeve şoreşek mezin e. Serkeftin ji zûr ve li wir hatiye bidestxistin. Efrîn îro bi erdê ve bibe yek jî serkeftinê hatiye qezenckirin."
Amed bi lêv kir ku burokrasiya modern perçeyekê şerê li Efrînê ye, divê sûc di kesekê de neyê dîtin û naveroka têgehê tê valakirin û ev axaftin kir: "Adorno dibêje ku 'Cihê ku her kes sûcdar e, sûcê tu kesî tune.' Tişta ku îro AKP dike jî ev e. Ji ber ku her kes kiriye sûcdar, bi xwe ne sûcdar e. Cihê xwe mafdar derdixe ev e. Hemû civak sûcdar kir. Her kes kir şirîkê sûcê xwe."
‘MUXALEFETEK BI HÊZ ŞERT E’
Amed anî ziman ku muxalefeteke bi hêz dikare gavan bi muxalefetê paşve bide avêtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Cihê ku her kes bêdeng be, desthilatdarî xwe mafdar hîs dike. Divê ku min erê dikin. Tirkiye li Efrînê têk biçe dê ev der jî qezenc bike. Dê Ewropa jî qezenc bike. Bi badek û manşetan wekî ku di şerê li Efrînê de bi serketine didin nîşan, wê demê dê şer hêj zêdetir kûr bikin. Dê bi ser hemû beşên muxalîf de biçin. Dê bi ser girtîgehan de biçin. Her kesê ku dengê xwe derxe, dê wekî 'terorîst' îlan bikin. Dê hemû Tirkiye bibe wekî Îmraliye."
MA / Rifat Şahîn – Devran Toptaş