STENBOL - Serokê MAZLUMDER'ê yê berê Dr. Omer Faruk Gergerlîoglu, diyar kir ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi hevkariya neteweyî û eniya neteweyî tune, pêwîstî bi demokrasiyê heye û ev tişt got: "Niha li cihekî vala popîlîzma netewperestiyê li Tirkiyeyê bi pêş dixin. Ev hewldan Tirkiyeyê bi paşve dibe."
Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan lêgerînên xwe yên di warê hevkariya hilbijartinê de dewam dike. Erdogan herî dawî bi Serokê Giştî yê Partisiya Saadetê Temel Karamollaoglu re hevdîtin pêk anî. Serokê Komeleya Piştgiriya Ji Bo Mazluman û Mafên Mirovan (MAZLUMDER) ê berê Dr. Omer Faruk Gergerlîoglu, der barê lêgerînên hevkariyê yên Erdogan de axivî û ev tişt got: "Beşa mezin a hevkariyên di dîroka siyaseta Tirkiyeyê de, hevkariyên enidya neteweyî ye. Ev hevkarî ji derveyê parçebûnê tu tiştî re xizmetê nakin."
'HEVKARIYEKE KU DISPÊRÊ HEYE’
Gergerlîoglu da zanîn ku avakirineke hevkariyeke muhafazakar a netewperest û neteweyî dê bi ser nekve û ev tişt got: "Belê piştî 15'ê Tîrmehê hevkariyeke wiha ava kirin. Neteweperestan jî ev hevkarî wekî nîmet dîtin. Ji ber ku ji vir nîmetê xwe digirin. Ji bo wê niha li welat hewaya şer û seferberiya neteweyî serwer dikin û bi vê re 'pirsgirêka ewlehiyê' ya sala 2019'an derdixin pêş. Dewlet di bin navê pirsgirêka ewlehiyê de, dixwaze muhafazakariya netewperestiyê ya AKP-MHP-BBP'ê derxe pêş. Tu pirsgirêka ewlehiya dewletê tune, ev dixwazin ji xwe re beşeke netewperest û muhafazakar biafirînin. Vê hevkariyê dispêrin civakê."
'PARTIYA SAADETÊ NAXWAZE DENGÊ KURDAN WINDA BIKE'
Gergerlioglu aşkera kir ku Partiya Saadetê ji hevkariya eniya neteweyî kêfxweş nîne û tev li nabe û wiha pê de çû: "Ji ber ku Partiya Saadetê berî 12'ê Îlonê bi hevkariya eniyê re dengê kurdan winda kir. Dê vê xetereyê careke din negire ber çavan. Demekê kurdên girêdayê Saadetê piştgirî didan polîtîkaya AKP'ê; lê piştî operasyona Efrînê kurd li herêmê piştgiriyê didin Saadetê, li dijî polîtîkaya AKP'ê gelekî bi hêrs in. Dibînin ku dê ev tevger ji tu kesî re xizmetê nekin. Oldarên girêdayê Partiya Saadetê jî dizanin ku dê ev enî ji kesî re xizmetê neke. Ji bo wê jî mesele ne netewperest û oldarî ye, mesele rastî dîtin e. Di vê çarçoveyê de difikirim ku dê hin tişt zelal bibin."
'CHP BI ZORÊ TEV LI MUTABAQATA EFRÎNÊ BÛ'
Gergerlîoglu anî ziman ku CHP tev li "Ruhê Yenîkapiyê" buye, lê di demeke kin de ji derveyê hevkariyê hiştine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "CHP dem bi dem bi AKP'ê re heman polîtîkayê dişopîne. Di warê Efrînê de mutabaqateke neteweyî ava kirin. Hewayeke ava kirin ku 'yên tev li vê mutabaqatê nebe xayîn e.' Lê em dizanin ku ev siyaseta 40 sal e tê kirin. CHP jî bi zorê tev li mutabaqata Efrînê bû. Lê em niha di helwesta CHP'ê de hin guhertinan dibînin. Yanî difikirin rewş hatiye asteke bi pirsgirêk, dibêjin ku 'Em Efrînê nebînin.' Ev girîng e. Yanî CHP'ê di serî de piştgiriyek tam dida, dibîne ku rewş tê asteke xeter û dixwaze paşve gav bavêje."
'BERÎ 15'Ê TÎRMEHÊ JÎ DEMOKRASÎ TUNE BÛ'
Gergerlîoglu bi lêv kir ku pirsgirêkên li Tirkiyeyê bi demokrasiyê çareser dibin û ev nirxandin kir: "Derbeya 12'ê Îlonê, 15'ê Tîrmehê şerê hêzan bû û demokrasî li holê tune. Berî 15'ê Tîrmehê jî em aliyê demokrasiyê de paşve mabûn. Piştî 15'ê Tîrmehê fikirîn ku dê bi hevkariyê welat rizgar bikin, rewşek wiha tune. Hevkariya neteweyî, eniya netewperest welat nabe demokrasiyê. Pêwîstiya vî welatî bi eniya netewperest tune, bi demokrsiyê heye. Li cihekî vik û vala polîlîma neteweyî bi pêş dixin. Ev Tirkiyeyê paşve dibe. Ji ber wê pirsgirêkeke mezin e."
'DIVÊ GEL QEDERA XWE BIGIRIN DESTÊ XWE'
Gergerlîoglu herî dawî bal kişand ser operasyona Efrînê û ev tişt got: "Hem li hundur û hem jî li derve pirsgirêka kurd li ser maseyê çareser dibe. Divê gel qedera xwe bi xwe diyar bikin. Divê mafên herî xwezayî teslîmê mirovan bikin. Em dibînin li Tirkiyeyê pêvajoyeke çareseriyê çêbû, perwerdeya zimanê dayikê jî nedan. Divê Tirkiye xetên xwe yên sor teqes derbas bike. Ji bo wê ji hebûna kurdan Başûrê xwe gelekî aciz dibin. Divê Tirkiye vê rewşê derbas bike û heta pêwîst bike, hembêza xwe ji kurdên derve re veke. Teqes formuleke vê hembêzkirinê heye; divê rûnên û li ser maseyê vê çareser bikin. Bi şer, pevçûn û şikandinê ev çareser nabe."
MA / Bîlal Seçkîn