WAN - Dadgeha Bilind cezayê 14 siyasetmedarên kurd ên di çarçoveya doza KCK'ê de hatin girtin û piştî hatin berdan, cezayê li wan hat birîn erê kir. Parêzerê dozê Cahît Ertan, biryar nirxand diyar kir ku desthilatdarî bi rêya darazê tolê ji siyasetmedaran digire.
Dadgeha Bilind cezayê siyasetmedarên kurd ên li Wanê di sala 2012'an de di çarçoveya operasyona KCK'ê de li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hatin darizandin û ceza li wan hatbirîn, erê kir. Di çarçoveya dozê de li 14 siyasetmedaran 125 sal ceza hat birîn. Der barê 2 kesan de biryara ji nûve darizandinê hat derxistin.
Di sala 2012'an de di çarçoveya operasyona KCK'ê de Şaredarê Eganîsê Veysel Keser, Şêwirmendê Şaredariya Wanê Saît Kantarcioglu, Serokê BDP'a Wanê Yakup Ataş, rêveberê berê yê BDP'ê Nacî Erkol, rêveberê BDP'ê Naîf Ugraş, hejmarvanê berê yê BDP'a Wanê Naîm Işik, Hevseroka BDP'a Wanê Fevziye Şîran, Seroka Meclisa Giştî ya bajêr Semîra Varli, Endamê Meclisa BDP'ê Huseyîn Dag, rêvberê BDP'a bajêr Îbrahîm Alkan, hîndekara berê ya Mala Piştgiriya Perwerdeyê Meral Gungor, rêveberê MEYA-DER'ê yê berê Îshak Arslan, rêveberê BDP'ê yê berê Îsmaîl Demîr û Serokê BDP'a Elbakê Selahattîn Bozkurt, Senar Elter û Adil Adiyaman hatibûn girtin. 16 siyasetmedarên hatibûn girtin di danişîna dozê ya yekemîn de, 8 kesên din piştî salekê di danişîna duyemîn de tahliye bûbûn.
149 SAL CEZA DABÛN 16 SIYASETMEDARÊN KURD
Di danişîna dozê ya li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin, li Îsmaîl Demîr 12 sal û 6 meh, Naîf Ograş 11 sal û 3 meh, M. Naîm Işik 11 salî û 3 meh, Saît Kantarcioglu 12 sal û 6 meh, Veysel Keser 12 sal û 6 meh, Semîra Varli 10 sal, Fevziye Şîran 11 sal û 3 meh, Huseyîn Dag 12 sal û 6 meh, Nacî Erkol 7 sal û 6 meh, Senar Elter 7 sal û 6 meh, Adil Adiyaman 7 sal û 6 meh, Meral Gungor 11 sal û 3 meh, Selahattîn Bozkurt 6 sal û 3 meh, Îbrahîm Alkan 7 sal û 6 meh, Îsak Arslan 7 sal û 6 meh ceza hat birîn, Yakup Ataş beraet kiribû. Piştî dadgehê ji "Endamtiya rêxistinê" ceza li siyasetmedaran birî, parêzerê dozê serî li Dadgeha Bilind dabû û ji biryarê re itiraz kiribû.
DADGEHA BILIND BIRYAR ERÊ KIR
Berî hefteyekê Dadgeha Bilind der barê dosyayê de biryara xwe da. Dadgeha Bilind 11 sal û 3 meh cezayê ku li Meral Gungor û 12 sa lû 6 meh cezayê li Huseyîn Dag birî, ji nûve ji bo wan biryara dirizandinê derxist, cezayê 14 siyasetmedarên kurd erê kir.
'ERÊKIRINA CEZA GIRÊDAYÊ PÊVAJOYÊ YE'
Parêzer Cahît Ertan biryara dadgehê nirxand û ev tişt got: "Dosyaya KCK'ê ya cara ewil li Wanê hat dîtin, Dadgeah Bilind xirab kiribû. Dadgeha Bilind di biryara xwe de aşkera kiribû ku 'Dê xebatên partiya siyasî wekî xebatên rêxistinê neyên dîtin' û ji ber wê jî dê wekî 'Endamtiya rêxistinê' neyê dîtin. Ya rast di wê dozê de biryareke wekî 'Ezê ceza bidim lê hindik bikin' hebû. Di navbera dosyaya yekemîn û ya piştî wê de tu ferq tune. Hema bêje hebû eynî ye. Xirabkirina dosyaya yekemîn û erêkirina vê dosyayê biryarek siyasî ye. Dema pêvajo dikeve zehmetiyê, mafên mrovan û demokrasî dixitime, hiqûq jî dikeve binpiyan."
'AKP, DI DESTÊ DARAZÊ TOLÊ DIGIRE'
Ertan aşkera kir ku daraza divê serbixwe be, niha di destê desthilatdariyê de ye, ev jî bi vekirî tê dîtin ku hiqûq bi desthilatdariyê ve hatiye girêdan. Ertan bi lêv kir ku edalet li gorî fermanê şekil digire û ev tişt got: "Desthilatdarî ji bo pêşî li HDP û DBP'ê bigire, her tiştî dike. Biha bi sedan endam û rêveberên HDP û DBP'ê di girtîgehê de ne. Dixwazin tola 'Em ê te nekin serok' û serkeftina 7'ê Hezîranê bigirin."
MA / Nîmet Olmez