* 14 siyasetmedarên kurd ên di çarçoveya doza KCK'ê de hatibûn girin û piştre serbest hatibûn berdan, di navbera 6 sal û 3 meh, 12 sal û 6 mehan de ceza li wan hatibû birîn, Dadgeha Bilind cezayên wan erê kir. Parêzerê dozê Cahît Ertan, biryar nirxand û diyar kir ku desthilatdarî bi rêya darazê tolê ji siyasetmedaran digire.
* Cotkarên li Borseya Sewalan a Agiriyê diyar kirin ku karê xwedîkirina sewalan û têcirin baş naçe û bi salan e bi qirîzek wiha nû re rû bi rû mane û şerê diqewime krîza aborî kûr dike.
* Nurcan Aslan a li Girtîgeha Tipa T a Tarsusê girtî ye, destnîşan kir ku êrîşên ser girtiyan her diçe zêdetir dibe û wiha got: "Gardiyanan bi gotinên wekî 'Em ê vir vegerînin Efrînê' gefan li me dixwen"
* Karkerên Kod-A Bîlîşîmê yên ji ber sendîkayî bûn ji kar hatin avêtin, di berxwedana 137 rojan de ev tişt gotin: "Ne 137 roj, hezar û 37 roj jî derbas be, em ê berxwedana xwe dewam bikin. Heta em mafê xwe negirin dê têkoşîna me dewam bike."
* Serokê MAZLUMDER'ê yê berê Dr. Omer Faruk Gergerlîoglu, diyar kir ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi hevkariya neteweyî û eniya neteweyî tune, pêwîstî bi demokrasiyê heye û ev tişt got: "Niha li cihekî vala popîlîzma netewperestiyê li Tirkiyeyê bi pêş dixin. Ev hewldan Tirkiyeyê bi paşve dibe."
* Parastvanên xwezayê bertek nîşanî projeya tunelê ya li Parka Maçkayê dan û ev tişt gotin: "Em ê nehêlin darê me bên tunekirin û bikin qurbana tunelê."
* Nivîskar Yusuf Gursucu, aşkera kir ku AKP'ê çawa di medyayê de pergala "hewzê" ava kir, bi heman şeklî di sanayiya parastinê de jî pergalek ava kiriye û ev tişt got: "Ne bacê didini ne jî SSK'ê. Pêwîsî bi erd hebe, erd didin. Kesên di vê qadê de bixwazin razemeniyê bikin, teşwîqên gelek mezin hene."
* Hevdîrektorê Navenda Bîr Edalet Heqîqetê Murat Çelîkkan ê xwedî xelata "Parastina Mafên Sivîl a 2018'an" dîtin, da zanîn ku li Tirkiyeyê binpêkirina maf û azadiya sivîlan di astek tirsnak de ye û ev tişt got: "Heke rewşek asayî bê avakirin, ev bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkan e."
* Rojnameger Ozgur Amed êrîşên li dijî Efrînê nirxand, aşkera kir ku desthilatdarî bi manşet û manîpulasyonê operasyonê bi rêve dibe û ev tişt got: "Dê Efrîn nekve lê dê Kîlîsê bi roketên xwe bixin."
* Jinên dêrsimî yên di meha Xizirê de cihên pîroz ziyaret dikin û loqmeyan belav dikin, dê îsal ji bo aştiyê bang bikin.
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş dê roja 3'yemîn ya danişîna dozê de parastina xwe bidomîne.
* Hevgirtiyên HDP û HDK'ê yên di 9'ê Sibatê de hatibûn binçavkirin, li bendê ye iro sewqî edliyê bikin.
* 54 endamên Tum Bel Senê yên ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin dûrxistin, dê li avahiya sendîkayê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12:30)
* Baroya Amedê, ji bo balê bikişîne ser kuştina Tahîr Elçî, dê di hefteya 114'an de li ber Edliyê çalakiya xwe berdewam bike. (13.30)