ENQERE - Heyeta di Seroktiya Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropa (KE) Throbjorn Jagland de bi heyeta HDP’ê re der barê pêşketinên li Efrînê û girtiyan de hevdîtin pêk anîn.
Heyeta di Seroktiya Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropa (KE) Thorbjorn Jagland de li gel heyeta HDP’ê ya ji Serokwekîla Komê Fîlîz Kerestecîoglu, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û Parlamenterê Çewlikê Hişyar Ozsoy pêk dihat re hevdîtine kir.
Di hevdîtinê de rewşa girtiyên siyasî, êrîşên li dijî Efrînê û polîtîkaya Rojhilata Navîn, di demên dawî de zêdebûna operasyonên girtin û binçavkirnê, Rewşa Awarte û têkiliyên Tirkiye – Konseya Ewropa de nirxandin hatin kirin.