KOBANÊ - Bi hezaran şêniyên Kantona Kobanê ji bo şermezarkirina komploya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meş li dar xistin.
Li Kantona Kobanê, bi boneya 19’emîn salvegera 15’ê Sibabatê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin. Meş li ber Qada Jinan Azad a Kobaniyê pêk hat. Bi hezaran şêniyên Kantona Kobanê, Endamên Saziyên Civaka Sivîl, TEV-DEM'ê, şervanên YPG/YPJ'ê, kesayetên siyasî yên Bakurê Sûriyê, Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen û Hevserokê Meclîsa Rêveber ên TEV-DEM'ê Aldar Xelîl li Qada Jina Azad kom bûn. Meşvanan pankartên "Bi projeya neteweya demokratîk em ê komployê navneteweyî bin bixin", "Em hemû Efrîn in, her roj berxwedan e", "Serkeftina Efrînê azadiya Ocalan e" û "Bi ruhê berxwedana Efrînê em ê komployê pûç bikin" vekirin û dirûşmeyên "Bijî berxwedana Îmraliyê" û "Bijî berxwedana Efrînê" hatin berz kirin.
‘ARMANC, TÊKBIRINA NETEWEYA DEMOKRATÎK E’
Hevserokê Meclîsa Rêveber ên TEV-DEM'ê Aldar Xelîl li qadê axivî û wiha got: “Em Berxwedana Serdemê ya gelê Efrînê silav dikin. Em derbasî 19’emîn salvegera komploya navdewletî ya li dijî Ocalan bûn. Ocalan xwediyê felsefeya azadî, demokrasî û yekîtiya gelan e. Hêzên komploger li dijî Rêbertiyê li hev kirin. Niha jî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê li dijî me dibin yek, da ku herêmên me dagir bikin. Armanc dikin ku projeya neteweya demokratîk e têk bibin.”
Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Kantona Kobanê Fayîze Ebdî jî, axivî û got: “Gelê me komplo veguherandiye serhildanê. Emê tu carî radestkirina Rêberê xwe qebûl nekin."
Hevşaredarê navçeya Sirînê Mustefa Mislim jî, diyar kir ku di vê rojê de gelên Kurd, Ereb û Tirkmen kom bûne û bi yek dengî dibêjin ¨Ji zilmê, cûdahî û îxanetê re na. Mustefa di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bi komployê xwestin şoreşa gelan a Ocalan têk bibin. Rêbertiyê girtîgeha Îmraliyê veguherand zanîngeha lehengî û riya gelan bi felsefeya azadiyê ronî kir. Artêşa me jî bi vê felsefê xurt bû.”
Meş bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Îmraliyê" û "Bijî Berxwedana Serdemê" bi dawî bû.