QAMIŞLO - Li Kantona Qamişlo bi boneya 19’emîn salvegera 15'ê Sibatê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi destê navdewletî radestî Tirkiye kirin, mîtîng hezaran kes kom bûn û mitîng li dar xistin. Bi hezaran 15'e Sibatê şermezar kirin.
Li Kantona Qamişlo bi boneya 19’emîn salvegera 15’ê Sibatê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi destên navdewletî radestî Tirkiye kirin şermezar bikin, bi dirûşmeya "Bi ruhê berxwedana Efrînê em ê pergala Îmralî hilweşînin" li gundê Herm Şêxo yê Kantona Qamişlo mîtîng lidarxistin. Bi deh hezaran şêniyên herêma Cizîrê ku ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryanî beşdarî mitîngê bûn. Di mîtîngê de, dûrişmeyên silavkirina berxwedana Ocalan û şermezarkirina komploya nav dewletî hatin berzkirin. Di mitîngê de bi sedan posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên YPG/YPJ û QSD’ê hatin rakirin. Di mitîgê de Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyê Foza Yusif axivî û bal kişand ser berxwedana gelê Efrînê û şervanên QSD'ê yên niha di ceperan de şer dikin.
‘HÊZÊN KOMPLOGER SER NEKETIN’
Yusif, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Dewletên komploger hewl dan bi girtina Rêbertiyê hebûna gelê kurd ji holê rakin. Ocalan bi fikir û ramanên xwe di nava gelên Rojhilata Navîn de dijî. Hêzên komploger bi ser neketin, nîşaneya vê yekê girseya mezin a ku îro ji bo şermezarkirina komployê li vir kom bûye."
Foza diyar kir ku ramanên Ocalan her kêlî di nava gelê Rojhilata Navîn de dijîn û wiha bi dawî kir: “Her çiqas dijmîn bi êrîşên dijwar êrîş bike jî, emê dest ji ax û welatê xwe bernedin. Ji xwe ev rastî ji niha de di berxwedana Efrînê de diyar dibe. Dê komploya navdewletî bi berxwedana gelên Efrînê bin bikeve.”