EFRÎN - Bi hezaran kes li navçeya Cîndîrê ya Efrînê ya dibin êrîşên giran ên TSK û komên hevkarên wê OSO deye, bi dirûşmeya “Serkeftina berxwedana Efrînê dê pergala Îmraliyê hilweşîne” li hev kom bûn.
Bi boneya 19’emîn salvegera komploya navnetewî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi hezaran welatiyên Efrînê berê xwe dan navçeya Cindirêsê ku dibin êrîşên dijwar ên TSK’ê û komên hevkarên wê OSO deye mitîng pêk anîn. Welatiyan di mitîngê de dirûşmaya “Serkeftina berxwedana Efrînê dê pergala Îmralî hilweşîne” berz kirin û komploya li ser Ocalan û êrîşên TSK û OSO yên li dijî Efrînê şermezar kirin.
Mîtînga gel dibin ewlekariya şervanên QSD û Hêzên Asayîşê bi coşek mezin bi dawî bû. Di mitîngê de bê navber dirûşmên kurdî û tirkê yên “Bijî berxwedana Efrînê” û “Bijî serok Apo” hatin berzkirin.