ENQERE - Avahiya HDP’ê ya navçeya Şereflîkoçhisar a Enqerê 5 caran rastî êrîşan hat. Hevserokê HDP’a navçeyê Ramazan Aksoy, diyar kir ku avahiya wan heta îro 5 caran rastî êrîşan hatiye û hemû êrîşkar hîna devredene.
Avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Şereflîkoçhîsar a Enqerê 5 caran rastî êrîşê hat. Di 14’ê Sibatê de, kesên binavê Y.E. û U.Z. bi tifinga pompayî êrîşî avahiya navçeyê ya li ser Cadeya Enqerê kirin. Hevserokê HDP’a navçeya Şereflîkoçhîsar Ramazan Aksoy derbarê bûye rê de axivî û got: “Avahiya me ya navçeyê di mehekê de du caran û di demên dawî de 5 caran rastî êrîşan hat.
Aksoy, bal kişand ser kesên duh êrîş kirin û wiha got: “Yek ji êrîşkaran di şaredariya AKP’ê ya Şereflîkoçhîsar de dixebite. Yek ji gardiyane.”