AMED - Li Sûrê, di dema pevçûnan de piştî hin kesên ji navçeyê hatin derxistin, di çapemeniyê de dîmenên mîzansenî hatin serwîskirin û hat gotin ku "teslîm bûne". Doza 3 kesên ku di van dîmenan de cih digirin, bi Doza Sereke ya Sûrê re hat yekkirin.
Li Sûra Amedê, di dema îlankirina qedexeya derketina der ve de hin dîmen hatibûn kişandin û Serfermandariya Giştî jî di 24'ê Sibata 2016'an de ev yek bi ser navê "Li Sûrê PKK'yî wisa teslîm bûn" kir nûçe.
Doza M.Ş.A., M.S.A û M.K. ên di van dîmenan de cih digirin û bi giştî 2 caran cezayê muebeta giran û 75 sal cezayê girtîgehê ji bo wan tê xwestin, li Dadgeha Cezayê Giran a 5'emîn a Amedê pêk hat.
M.K. ê di Girtîgeha Tarsûsê, M.Ş.A. ê di Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê û M.S.A ê di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de ye tev li danişîna dozê nebûn. Di danişîna ku parêzerên wan tev lê bûn de, xizmên gitiyan jî temaşe kirin.
Dozgerê danişînê mutalaaya ku berê dabû dubare kir û doza berdewamiya girtiyan kir. Parêzerên bersûcan jî, parastina ku berê kiribûn dubare kirin û gotin muwekîlên wan li Sûrê asê mane, ew û leşker û polîsan pev neçûne. Parêzeran destnîşan kir ku polîsan di girtenameyan de diyar kiriye ku wan ew zevt kirine û bi delîlên derhuqûqî mudaxileyî dosyayê tê kirin.
DOZ HATIN YEKKIRIN
Piştî navbereke kurt, heyeta dadgehê biryara xwe daxuyand û biryar da ku di warê huqûqî û fiîlî de ev dosye bi dosyeya "Doza Sereke ya Sûrê" re têkildar e. Ji bo hêsankirina darizandinê, ji bo delîl bi awaykî baş bên nirxandin û ji bo aboriya usûlî, dadgehê biryara ku ev doz û "Doza Sereke ya Sûrê" bibin yek da. Her wiha dadgehê daxwaza girtiyan a berdanê jî red kir û biryara berdewamiya girtina wan da.
Di "Doza Sereke ya Sûrê' de 17 jê girtî 40 kes tên darizandin.