STENBOL – Rojnameger Ertugrul Mavîoglu yê bi îdiaya “Heqaret li Serokomar kiriye” dihat darizandin di danişîna ewil a dozê de berat kir.
Rojnameger Ertugrul Mavîoglu piştî DAIŞ’ê di 20’ê tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê bombe teqand û 33 kesan jiyana xwe ji dest dan, di hesabê xwe Twîtterê de twît parvekirin kir. Der barê Mavîoglu de bi îdiaya “Heqaret li Serokomar kiriye” doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a doza Mavîoglu li 33’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê hat dîtin. Mavîoglu û parêzer Rozerîn Seda Kîp amade bûn. Rojnamegeran jî piştgirî da Mavîoglu û doz şopandin. Mavîoglu parastina xwe kir û berata xwe daxwaz kir. Parêzer Rozerîn Seda Kîp jî parastina miwekîlê xwe kir û xwest bê berat kirin. Dadger bi hinceta sûcê avêtine ser Mavîoglu ne sûcekî zagonî ye biryara beratê da.