ÊLIH - Yek ji parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Prz. Mehdî Oztuzun ku ji ber parvekirinên medya civakî yên li ser Efrînê hat binçavkirin, piştî îfade da dozgeriyê hat berdan.
Yek ji parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û endamê Baroya Êlihê Prz. Mehdî Oztuzun, duh ji ber parvekirinên medya civakî hat biçavkirin. Oztuzun piştî birin şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Êlihê îro sewqî dozgeriyê kirin. Oztuzun piştî sewqî dozgeriyê kirin û li dozgeriyê îfade da hat berdan. Oztuzun, di îfadeya xwe de diyar kir ku wî di çarçoveya azadiya ramanê de li ser medya civakî parve kiriye.