EFRÎN - Şervanên QSD’ê yên li çebarên şer, diyar kirin ku ew naçin, dê liber xwe bidin, hewldana dagirkeriyê bişkînin û wiha gotin: "Em bi vîna xwe li dijî êrîşan li ber xwe didin. Vê vînê li bajarên şoreşê çikir, dê li Efrînê jî wisa bike. Dê gel biser bikevin.”
Êrîşa bejahî û hewayî ya TSK'ê û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê di roja 27'an de bê navber berdewam dikin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û bi gel re mil bi milê hev Efrîn diparêzin. Şervanên QSD’ê û gelê Efrînê yên bi hevre liber xwe didin, diyar kirin ku dê Efrîn nebe Kerkuk.
'DÊ EFRÎN NEBE KERKUK'
Mahîr Rêber ê demek dirêje li dijî DAIŞ’ê şer dike, diyar kir ku bi dehan car DAIŞ-El Nusra binkeftin û wiha axivî: “Lê niha bi alîkariya Tirkiyeyê, dibin navê OSO de cardin derxistin bêşberî me. Me ji bo şerê xwe got berxwedana serdemê. Dê ev yek ji bo wan ewqasî ne hêsan be. Ji ber ku emê bi hemû hêz û vîna xwe li dijî wan rawestin. Ew ax, mal û milkên kurdan ji bo xwe weke talan û diziyê dibînin. Lê emê vê yekê nîşanî wan bikin ku ne wisane. Ji Kerkukê heya Efrînê gelên me dibin êrîşek dijwar deye. Bila vê yekê baş zanibin, dê Efrîn nebe Kerkuk.”
VINA GEL LI DIJÎ WAN RAWESTIYA YE
Demhat Elî Ehmed ê piştî êrîşên li ser Efrîne guh da banga QSD’ê û beşdarî şer bû jî, wiha axivî: “Ji bo em axa xwe biparêzin, em seferber bûn. Em bi komên OSO yên li Recoyê ketin nava pevçûnên pir dijwar. Me darbeyên giran li wan da û bersiv da êrîşan. Em bi gelê xwe re li ber xwe didin. Em ê bedelên giran bi çeteyên dixwazin bikevin ser axa me, bidin. Tirkiye van çeteyan rêdike ser serê me. Gava em darbê li wan didin vê carê leşkerên xwe dişînin. Lê cardin bi ser navkeivn. Em bi vîna xwe li dijî hemû êrîşan şer dikin. Ev vîn li bajarên şoreşê çikir, dê li Efrînê jî wê bike. Dê gelê me bi serbikeve.”
'EMÊ DAGIRKERIYÊ BIŞKÎNIN '
Mehmud Tatê yê bi rojane bi gelek xizmên xwe re li dijî êrîşan şer dike jî, da zanîn ku ew û gelên Efrînê li kêleka hev şer dikin û wiha got: “Vîna gel moralek mezin didin me. Nûçeyan medya tirk serwîs dikin, yek ji wan jî ne rastin. Her roj li ser televîzyon û rojnameyan maşetên ‘Me ev gund girt û em ketin vê navçeyê’ serwîs dikin. Ev hemû propagandayên şerê taybetin. Li aliyê din ê sînor tim fuze û bombeyan davêjin. Jin û zarokan qetil dikin. Qadên jiyanê yên sivîlan hedef digirin. Em li virin. Li bajarê xwe ne. Em ê ji vir neçin. Em ê li ber xwe bidin û em ê hewldana dagirkeriyê bişkîn in.”
MA / Nazim Daştan