EDENE/BALIKESÎR – Li Edeneyê ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî yên der barê Efrînê de gelek kes hatin binçavkirin. Kesên li Balikesîrê hatin binçavkirin jî hatin berdan.
Li Edeneyê gelek kes ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî hatin binçavkirin. Ji ber parvekirinên der barê operasyona li hemberî Efrînê de kirine, polîsan avêt ser gelek malan û gelek eks binçav kirin. Her wiha di avêtina ser malan de amûrên dîjîtal hatin desteserkirin. Kesên hatin binçavkirin piştî venêrîna tenduristiyê birin Muduriyeta Polîsan a Edeneyê.
LI BALIKESÎRÊ 17 KES HATIN BERDAN
Ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî, di 13’ê Sibatê de li navenda Balikesîr, navçeyên wê Edremît, Ayvalik, Bandirma û Bûrhaniyeyê 17 kes hatibûn binçavkirin. Piştî karên li emniyete sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeyên li dozgerî û dadweriyan hatin berdan. Ji kesên hatin berdan 11 jê bi “şertê venêrîna edlî” hatin berdan.