ENQERE - Malbatên ku xizmên wan di Komkujiya Gara Enqerê de jiyana xwe ji dest dan, bertek nîşanî girtina Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10'ê Cotmehê dan. Mûstafa Guneyê ku kurê wî di komkujiyê de mir, ji bo biryara girtina komeleyê got: "Bi girtina komeleyê re careke din em qetilkirin."
Di 10'ê Cotmeha 2015'an de DAIŞ'ê li Gara Enqereyê êrîşek pêk anî û di vê êrîşê de 103 kes hatin kuştin û 450 kes jî birîndar bibûn. Piştî komkujiyê malbatên ku xizmên wan mirin û birîndar bûn Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10'ê Cotmehê vekiribûn. Lê duh komele bi biryara dadgehê hat girtin. Malbatan bertek nîşanî biryarê da û girtina komeleyê wek "biryareke xeternak wesifandin. Malbatan got her çi qas biryara girtinê hatibe dayîn jî, ew ê tim bitêkoşin.
'NIKARIM HEZM BIKIM'
Mûstafa Guney, bavê xwendekarê pola 3'yemîn ên Endezyariya Înşeatê ya Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê Guney Dogan ku ji bo Mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê hat Enqereyê û di komkujiyê de mir, got ev biryar nayê qebûlkirin. Guney ku got "Bi girtina komeleya me re hat fêmkirin ku rasterast îktîdar ji vê komkujiyê berpirsiyar e" wiha axivî: "Diviya vê komeleya ku evqas malbat dihatin cem hev, êş û azarên xwe bi hev re parve dikirin, bi awayekî piştevaniyî û rêxistinbûyî tev digeriyan û têdikoşiyan negirtanan. Ev rewşeke xeternak e. Bi qetilkirina me rihet nebûne, bi ser de komeleya me girtin. Bi girtina komeleyê careke din me qetil kirin. Nikarim hezm bikim."
Guney, destnîşan kir ku armanca vê biryarê ew e ku têkoşîna wan a rêxistinbûyî ji bo wan nebe asteng û wiha domand: "Lê çi dikin bila bikim, wê nikaribin têkoşîna me ya rêxistinbûyî asteng bikin. Wê nikaribin me rawestînin. Em ê dîsa li ber avahiya wê garê bin. Ev biryar nêrîna dewletê ya ji bo komkujiyê nîşan dide. Ger ne wisa bûna wê komele hedef negirtinanan û negirtanan. Evana dixwazin daxwaza me ya ji bo aştiyê ya bi awayekî rêxistinbûyî asteng bikin. Ev ji aştiyê ditirsin. Ji bo ku zarokên me ji şer re gotin na hatin qetilkirin. Lê mixabin kesên ji dêvla aştiyê şer dixwazin careke din em qetil kirin."
'TEHAMUL NEKIRIN KU EM ÊŞ Û AZARÊN XWE PARVE BIKIN'
Adnan Bûlût, ku di komkujiyê de dayika wî Meryem Bûlût mir, bertek nîşanî biryarê da û got: "Tehamul nekirin em êş û azarên xwe jî parve bikin." Bûlût destnîşan kir ki di heman demê de dayika wî "Dayika Aştiyê" bû û domand: "Girtina komeleya me nîşan dide ku ka bi kîn û nefreteke çawa nêzî me dibin. Bi vê biryarê em heyirîn. Ev kes tehamulî parvekirina êş azarên me jî nakin. Ji avaniya me ya rêxistinbûyî tirsiyan. Şehîdên me ji bo mirin çê nebin şehîd ketin. Ji ber komeleya me doza aştiyê dikir hat girtin. Wê serdemê ji ber me doza aştiyê kir, em hatin kuştin. Îro jî komeleya me girtin. Mirovên herî hêja yên Tirkiyeyê hatin qetilkirin. Ji wê rojê heta niha tenê xwîn, êş û mirin heye. Wekî din em nebûn şahidê tiştekî din. Lê wê bi girtina komeleyê nikaribin têkoşîna me asteng bikin. Wê doza me heta mehşerê bidome."
Oznur Kanlioglû, ku di komkujiyê de keça wê Elîf Kanlioglû ya 20 salî mir jî, diyar kir ku bi vê biryarê hêrsa wan zêdetir bûye û domand: "Girtina komeleya me wê ji bo me tiştekî neguherîne. Em malbatên mexdûr, em ê li her derî têkoşîna xwe bidomînin. Ez ê heta nefesa dawî jî li pêyî doza xwe bim." Serpîl Kizilçay, ku di komkujiyê de hevjînê wê Îsmaîl Kizilçay mir, destnîşan kir ku ji dêvla berpirsiyar bên cezakirin komeleya wan hatiye girtin. Kizilçay, destnîşan kir ku wê ev biryar nikaribe têkoşîna wan asteng bike.
MA / Selman Guzelyuz