ÊLIH- Ji parêzerên Ocalan Mehdî Oztuzun diyar kir ku ji ber ku Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan pêşiya xwe dibîne û kesekî ku gel guh didê wek "Rêberê gelê kurd" tê pênasekirin. Oztuzun, destnîşan kir ku ger îro bi muwekîlê wî yê di bin tecrîdê de ye hevdîtên bên çêkirin wê seyra geşedanên li Rojhilata Navîn ber bi aştiyê ve hêl bibin.
Endamê Baroya Êlihê parêzer Mehdî Oztuzun duh ji ber parvekirinên medyaya civakî Muduriyeta Polîsan a Êlihê ji bo îfadedayînê gazî wî kiribû û hatibû binçavkirin. Her wiha Oztuzun parêzeriya Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan jî kiriye û berî bê binçavkirin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîbû. Oztuzun diyar kir ku berê ew gelek caran çûye Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin çê kiriye û balê kişand ser tecrîda li ser Ocalan. Oztuzun xwest demildest dawî li tecrîdê bê.
'TECRÎD TIM HEBÛ'
Oztuzun destnîşan kir ku her tim li ser Ocalan tecrîd hebû û got: "Her tim tecrîd li ser Ocalan hebû. Pirtûk, rojname, name, hevdîtina bi malbatê re, mafê telefonê û ya herî girîng jî hevdîtina bi parêzeran û gelek tiştên dihatin tecrîdkirin. Her wiha ev yek di hin rewşan de bêtir girantir dibû. Dema ji bo hevdîtinê em diçûn, piştî derbasbûyîna di 6 noqteyên cuda de me hevdîtin pê re pêk dianî."Oztuzun diyar kir ku her çi qas wan û Ocalan rû bi rû hevdîtin çê kiriye jî nikaribûne bi destê wî bigirin û kesekî ku dadgehê ew peywirdar kiribû hevdîtin qeyd dikir.
'KOMPLO DIDOME'
Oztuzun anî ziman ku 15'ê Sibatê roja ku Ocalan anîne Tirkiyeyê got "Komployeke navnetewî" ye û wiha axivî: "Ev komplo didome. Tiştên li Rojhilata Navîn pêk tên, ji bo hin şîrketên netewî qezencê, ji bo gelê xizan jî birçîbûn, sefaletê û mirinê tîne. Wisa difikirim ku bi komploya 15'ê Sibatê ya tê armanckirin Projeya Rojhilata Navîn-Avrasyayê ku perçeyeke hîn wirdetir ê Projeya Rojhilata Navîn a Mezin e. Jixwe Ocalan jî di hevdîtinên xwe de şîrove kiribû ku derxistina wî ya ji Sûriyeyê destpêka vê pêvajoyê ye."
Oztuzun bi bîr xist ku Ocalan tim dibêje hêzên kûrewî li Rojhilata Navîn aştî û îstikrarê naxwazin. Oztuzun domand: "Hêzên kûrewî, wek tiştekî talûke li rêberiya Ocalan nihêrîne. Projeya Neteweya Demokratîk nîşaneya pêkanînên li Rojhilata Navîn e. Li Tirkiyeyê jî ev proje bi HDP'ê re derket holê. Rêberê Gelê Kurd bi hûrguliyeke huneriyî projeyeke ku gel bi awayekî wekhev bijîn derxistiye holê û ji bo vê jî digot 'berhema herî mezin a ku bidim gelan.'"
'JI BO GELAN SIÛD E'
Oztuzun destnîşan kir ku gelê kurd Ocalan wek "Rêber" qebûl dike û got: "Di 15'ê Sibata 1999'an de mirov xwe dişewitînin û ber bi şer ve diçû. Ocalan ev pêvajo rawestand. Tekane kesê ku gelê kurd guh bidê Ocalan e. Ev rastiyek e. Di navberê de hin kes tên afirandin û tê xwestin derkevin pêş. Wan wek 'rêberan' nîşan didin, lê nabe. Rêber di heman demê de kesê ku pêş xwe bibîne. Bi tena serê xwe li giravekê ye, tevî hemû tecrîdê jî analîzan dike û dibêje wê darbe pêk bê. Mirov ji kesên wisa re dibêje rêber. Kesên pêşiya xwe bibînin, rêber in. Îro gelê kurd guh dide wî. Di bûyerên 6-8'ê Cotmehê yên Kobaniyê de gel guh da wî û bi daxuyaniyeke wî bûyer sekinîn. Çapemeniya hewzê ku îro ji bo Ocalan dibêje 'serekê terorîstan', heta duh jî digot kesê ku vê pêvajoyê bisekinîne tenê Ocalan e. Ocalan tenê ne ji bo kurdan, ji bo tirk û gelên Rojhilata Navîn jî siûd e."
Oztuzun destnîşan kir ku ji ber hemû nirxandinên der barê Ocalan de lêpirsîn tên vekirin û got: "Ji ber ku min îro behsa Ocalan kir, dibe ku der barê min de jî lêpirsîn bê destpêkirin. Em parêzer ji bo tecrîdê de çi qasî ketin nava hewldana divê bê lêpirsînkirin û xwerexnedayîna xwe bidin. Hema bêje em her roj serlêdanan pêk tînin û serlêdanên ji bo hevdîtinê tên redkirin. Îdia dikim ku, heke sibê bi Ocalan re hevdîtin çê bibe, wê seyra geşedanên li Rojhilata Navîn ber bi aştiyê ve hêl bibin."