EDENE - Nazli Soglîn a li Girîgeha Jinan a Tîpa T a Tarsusê girtî ye, diyar kir ku ew bi îşkenceya derûnî û fîzîkî re rû bi rû ne û ev tişt got: "Ev der bi serê xwe komarek e. Dewlet, makeqanûn û hiqûqê nas nakin. Ez çi bêjim kêm dimîne."
Zextên li ser girtiyan her roj zêdetir dibe. Nazli Soglîn a li Girîgeha Jinan a Tîpa T a Tarsusê girtî ye, di 14'ê Sibatê de bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê de agahî da. Soglîn, destnîşan kir ku piştî agahiyên ku wê dane, nûçe der barê zextên li girtîgehê de hatine çêkirin, gardiyanan ji wê pirsiye ku çima agahî dane û wê jî ev bersiv da: "Min der barê girtîgehê de heta kêm agahî da. Çi hebe min xwest ez bêjim."
'HÛN YÊN LI VIR NIKARIN DERXIN DERVE'
Soglîn da zanîn ku nameyên wan tên desteserkirin û ev tişt anî ziman: "Dest danînin ser hemû name û cilên hevalên me. Di nava zilmê de zilmê li me dikin. Dema nameyên me desteser dikin, dibêjin ku 'itirazên xwe binvîsin.' Min duh hangî ser memûr kir û pêre axivî. Me ji wan re got 'Tişten ku hûn li vir tînin serê me, em dinvîsin û malbat me meraq dikin.' Dibêjin ku 'Tiştekî ku em bikin tune. Ji xwe hûn didin rojnameyê. Her tiştî dinvîsin. Hûn çima di maneyê de dinvîsin.' Me jî ji wan re got ku 'Em tiştên ku hûn li vir li ser me ferz dikin emdinvîsin. Bêguman emê binvîsin.' Îdare dibêje ku 'Li vir çi bê serê we hûn nikarin tirştekî bikin û dengê xwe derxin. Hûn nikarin vê derxin derve.' Li ser me tecrîd û îzolasyonek giran heye. Ji ber ku em van tiştan diaxivin, der barê me de lêpirsînê vedikin."
'EM NIKARIN BÊHNÊ BISTÎNIN'
Soglîn anî izman ku ew li girtîgehê nikarin bêhnê bigirin û wiha pê de çû: "Binpêkirinên mafan gelekî zêde ne. Gardiyanên jin tên li mazgtalan didin û dikin qêrîn. Ev pêkanîn di her alî ve îşkenceya derûnî ye." Soglîn bi lêv kir ku bi operayona li dijî Efrînê re hemû mafên wan ji destê wan hatiye girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em nizanin hevrêyên me di çi rewşê de ne. Berî 3 rojan hin hevrêyên me anîn vir. Kesên nû digirin wan davêjin odeyan û îşkenceyê li wan dikin. Me dengê wan bihîst. Me got qey girtiyên edlî ne. Me dîsa deng derxist, lê nehatin derî venekirin."
'ÇI BÊJIM KÊM E'
Soglîn destnîşan kir ku dayika Sîsê jî nedibirin revîrê û ev tişt anî ziman: "Gelek nexweşiyên min hene û min dernaxin revîrê. Divê ez ji bo emara mêjî bên sewqkirin. Min nabin. Bi hincetên wekî 'Ewlehî kêm e' me nabin. Rojên borî bi lêdanê ez, Sumeyye Gok, Garîbe Gezer û Gulîstan Tekîn ve em avêtin hucreyê. 4-5 setan em di hucreyê de man. Piştî hevrêyên me li ber xwe dan, em jê derxistin. Niha ji her yekî me re 12 roj cezayê hucreyê hatiye birîn. Dibe ku dema em birin hucreyê me bikujin jî. Tiştên wiha hene. Bila wekîl vê heta Wezareta Edaletê bibin. Ev der bi serê xwe komarek e. Ne dewletê, ne makeqanûnê û ne jî hiqûqê nas dikin."