AGIRÎ – Nivîskar Yaşar Eroglu di pêvajoya girtina xwe ya 21 salan de demek kurt cilên yek tîp li xwe kir û aşkera kir ku “Mîna zirxê ku mirovan difetisîne." Eroglu got ku piştî 34 salan ev pêkanîn dîsa anîn rojevê, lê dê girtî vê yekê qebûl nekin.
Nivîskar Yaşar Eroglu di navbera salên 1981-2002’yan de li 6 girtîgehên cuda 21 sal di girtîgehê de ma. Eroğlu dema hat girtin ji wî re cezayê darvekirinê hat xwestin û bi efûyê ji ceza rizgar bû. Ew jî yek ji hezaran girtiyên bi pêkanîna cilên yek tîp re rû bi rû ma. Eroglu aşkera kir ku piştî 34 salan careke din cilên yek tîp anîne rojevê, lê dê girtî cilên yek tîp wekî “teslîmiyetê” qebûl dikin û dê bi tu awayî li xwe nekin.
Eroglu pêkanîna cilên yek reng a bi KHK’ê xistin meriyetê wekî pirsgirêkek mezin dît û dê bi vê pêkanînê re dîlên azadiyê bi pêvajoyek dijwar re rû bi rû bihêle. Eroglu anî ziman ku AKP bi 15’ê Tîrmehê re hemû desthilatî bi dest xist û dixwazin hemû muxalefetê bitepisînin.
‘DEWLET GIRTÎGEHAN WEK QADA MUXALEFETÊ DIBÎNE’
Eroglu da zanîn ku pêkanîna girtiyan kaş dikin mirinê ne bes bû niha jî pêkanîna cilên yek tîp xistin meriyetê û wiha got: “Heta niha gelek girtî nexweş ketin. Heta em dikarin bêjin hatin kuştin. Çunkî nayên dermankirin û wan bernadin û terkî mirinê dikin. Niha jî ev ne bes e, dixwazin şertên 12’ê Îlonê paş de bînin. Cilên yek tîp anîn li ser girtiyan ferz dikin. Zordarî û zextên dewletê dîsa hat bîra mirovan.”
Eroglu diyar kir ku piştî ew ket girtîgehê 3-4 sal şûn ve bi ferkizkirina cilên yek reng re rû bi rû ma û got: “Gotin ‘em ê cilên leşkerî liwe bikin.’ Piştî xwestin cilên yek reng ên reş li me bikin grevên birçûnê dest pê kir. Li ser vê yekê girtiyan avêtin hucreyan û îşkence li wan hat kirin.”
‘FERQA NIHA Û 12’Ê ÎLONÊ JI HEV NÎNE’
Eroglu destnîşan kir ku li dijî pêkanînên wê demê berxwedanek bêhempa hat nîşandan û wiha axivî: “Îşkenceyê li girtiyan kir, gelek girî neçar man dawî li çalakiyên xwe bînin. Neçar man ku cilên yek reng li xwe bikin. Wisa anîn wê astê ku girtî nikarbin li ber xwe bidin. Ez jî di nav de gelek girtiyan avêtin hucreyan. Me li wir jî li ber xwe da. Pişt re bi giştî li Girtîgeha Erziromê hemû girtiyan qebûl kir. Piştî me cilan li xwe kir, 8 meh an salek em bi îdareya girtîgehê re hevdîtin kir û cilên yek reng me avêt. Bi polîtîkayên 12’ê Îlonê xwestin me teslîm bigirin. Hin girtîgehan heta dawî cilên yek reng qebûl nekirin û tazî man. Em jî demek dirêj bêcil man, lê me heta serî nebir. Hin girtiyan jî ji destpêkê ve li xwe kirin. Niha jî ev polîtîka piştî 38 salan dîsa dixin meriyete. Niha tiştên diqewimin tu ferqa wê ji 12’ê Îlonê nîne. Pêkanîna ku digotin kevn bûye û demode bûye û bi berxwedanê nehat qebûlkirin çima dîsa anîn? Çunkî hem li derve û hem jî li hundir dixwazin muxalefetê teslîm bigirin. Li girtîgehan girtî tu demê vîna xwe teslîm nakin. Dê vê yekê qet û qet qebûl nekin. Dema dibin nexweşxaneyê û derdixin dadgehê yek reng ferz dikin. Armanca wan ew e ku bêyî ku kesan bidarizînin, dozên wan bi encam dikin. Bi van cilan re wek ku bilêt tê birîn dixwazin ceza li girtiyan bibirin.”
‘WAN CILAN ME DIFETISAND’
Eroglu da zanîn ku cilên yek reng li cem dewletê wek remza teslîmgirtina girtiyan tê dîtin û ev tişt got: “Dema me van cilan li xwe dikir, wek zirxek mirovan difetisîne ji me re dihat. Mirovan xwe dilşikestî didît û hîs dikir. Dema diçûn dadgehê dixwestin bêjin ‘Ev mirov wiha ne. Me wan kedî kiriye.’ Dema em bi bincilkan diçûn dadgehê me qebûl nedikirin. Ew şeref û rûmet bû. Çunkî ew rewşek berxwedanê bû. Cilên yek reng rûreşî ye. Ev pêkanîn di heman demê de sûcê li dijî mirovahiyê ye. Rewşa Tirkiyeyê ne baş e. Em dibêjin OHAL lê li Tirkiyeyê rewş ji wê bihûriye. Pêvajoyek ji 12’ê Îlonê girantir heye. Li derveyî fermiyetê şer hatiye îlankirin. Destûr nadin gel jî ku biaxive û kesî nadin axaftinê. Her kesî diavêjin hundir. Ji sûcên dabeşkirin û heqaretê tên sûcdarkirin. Wek 40 sal berê bi her awayî dixwazin civakê teslîm bigirin. Lê dê li dijî vê pêkanînê girtî vîna xwe teslîm nekin. Em jî li cem girtiyan e.”