NAVENDA NÛÇEYAN - 2 kesan di saetên êvarê de bi çekê êrîşî avahiya HDP'ê ya navçeya Şereflîkoçhîsarê kirin. Hat gotin ku 2 kes hatine binçavkirin.
2 kesên ku hat îdiakirin serxweş in, di saetên êvarê de êrîşî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li ser Kolana Enqereyê ya navçeya Şereflîkoçhîsara Enqereyê kirin. Di êrîşê de tiştek bi kesî nehat, 2 êrîşkar ên bi navê Y.E. û U.Z. hatin binçavkirin.
Piştî her du kesan gule li avahiyê reşand, li ser îxbarê polîs hatin cihê bûyerê. Hat gotin di avahiyê de kes tune bûye, gule li dîwarê avahiya partiyê ketine.
Kesên bi navê Y.E. û U.Z. bi çeka di destê xwe de hatin binçavkirin. Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.