AMED – Li 3 navçeyên Amedê bi boneya anîna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de hat gotin ku azadkirina Ocalan dê aştiyê bîne Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn.
Bi boneya 19’emîn salvegera radestkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê li navçeyên navendî Yenîşehîr, Peyas û Rezanê yên Amedê civînên çapemeniyê hatin lidarxistin.
YENÎŞEHÎR
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Yenîşehîrê li avahiya xwe civîn li dar xist. Di civînê de Hevserokê HDP’a Yenîşehîrê Vahap Gunay axivî û diyar kir ku radestkirina Ocalan a Tirkiyeyê di çarçovek navnetewî û herêmî de li ser hesabên berjewendiyên li ser stratejiyek kûr, nepen û qirêj pêk hatin û ev yek wek lîstikek binav kir. Gunay destnîşan kir ku tekane re riya aloziya li Tirkiyeyê di çareseriyê de derbas dibe û got: “Divê demil dest tecrîd ji ser Ocalan bê rakirin. Pêwîste pêşiya çareseriya siyaseta demokratîk bê vekirin.”
Civîn bi çepikan bi dawî bû.
PEYAS
Li Rêxistina HDP’ê ya Peyasê jî daxuyanî pêk hat û gelek endam û rêveberên HDP’ê beşdar bûn. Di civînê de Hevserokê HDP’a Peyasê Abdulhalîk Eyyupoglu axivî û anî ziman ku 15’ê Sibatê gava ewil a deswerdana li dijî Rojhilata Navîn e û wiha got: “Têkoşîna li dijî komployê dê Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn demokratîk bike. Divê ji demek zûtir pêvajoya çareserî û diyalogê vegere. Em daxwaz dikin ku demokratîkbûna Tirkiyeyê pêk were. Em ê ji bo aştî, wekhevî, demokrasî û biratiyê têkoşîna xwe mezintir bikin.”
REZAN
Rêveberên HDP’ê û DBP’ê li Rêxistina HDP’ê ya navçeya Rezanê jî civîna çapemeniyê li dar xistin û gelek endam û rêveberiyên partiye tevli civînêbûn. Li ser navê komê rêveberê HDP’a Rezanê Kemal Baran daxuyanî xwend. Baran da zanîn ku li gel tecrîdek giran li ser Ocalan tê meşandin jî ji bo aştiyê têkoşîna xwe dewam dike. Baran diyar kir ku Ocalan her tim ji bo çareserî û aştiyê nexşerê pêşkêş kirin û got: “Ji 1999’an vir ve di encama hewldanên Ocalan de 13 car agirbest hatiye îlankirin. Ev hemû ji bo Ocalan ku aştiyê bîne gelek girîng bûn. Gelê Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê dixwazin tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û bigîhîje azadiya xwe. Divê dewlet jî bi hesasî nêzî vê mijarê bibe.”
Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.