ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Serpîl Kemalbay di bin çavan de, dest bi greva birçîbûnê kir.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Serpîl Kemalbay ku di 13’ê Sibatê de, li ber Edliya Enqerê hat binçavkirin dest bi greva birçîbûnê kir. Polîs, cilên Kemalbay a li Midûryeta TEM’ê kirine hucreyek yek kesî de nadinê. Li gorî agahiyên Buroya Çapemeniya HDP’ê, Kemalbay li dijî bêmafî, binçavkirin û lêpirsîna bêhiqûqî dest bi greva birçîbûnê kir.
Kemalbay bi navbeynkariya parêzerên xwe peyam şand û wiha got: “Em ê civakek demokratîk, wekhev, azad û mirov ne koleyê mirov, ava bikin. Em ê bi hevre têbikoşin û bi hevre dinava aştiyê de bijîn. Dê têkoşîna meya derve û hûndir ber dewam bike. Em ê qezenc bikin, dê jin qezenc bikin û hemû gel dê qezenc bikin. Rêz û heskirinên ji dil...”