ÎZMÎR - Têkildarî mirina birayên hev Alî (5) û Yûsûf Tencîrlîoglû (7) ên li Îzmîrê di koncaleke li qada înşaetê de wer bûn û mirin, der barê 2 jê girtî 5 kesan de bi tawanbariya "ji ber bi awayekî qisûrdar bûne sebeba mirina kesan" doz hat vekirin. Dozger xwest bersûc bi 15 sal cezayê girtîgehê bên cezakirin.
Li Taxa Ûzûndere ya navçeya Karabaglar a Îzmîrê, di 14'ê Çileyê de birayên hve Alî Tencîrlîoglû (5) û kekê wî Yûsûf Tencîrlîoglû (7) di koncala ku li qada înşeatê ji bo ava baranê hatibû kolandin de wer bûn û mirin. Têkildarî bûyerê Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê lêpirsîn dabû destpêkirin. Piştî lêpirsînê der barê 2 jê girtî 5 kesana de bi tawanbariya "ji ber bi awayekî qisûrdar bûne sebeba mirina kesan" îdianame hat amadekirin.
Îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 9'emîn a Îzmîrê ve hat qebûlkirin û hat xwestin ku bersûc Zeynel Dalgiç û Mûstafa Kar ên girtî û bersûc Ç.A., D.B. û M.B. ên bi awayekî negirtî tên darizandin bi 15 sal cezayê girtîgehê bên cezakirin.
Wê çend roj şûn de dîroka danişîna dozê diyar bibe.