ENQERE – Seroka Komeleya Aştî û Piştgiriyê ya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Coşgun der barê girtina komeleyê de got: “Girtina komeleya me tê wateya ku ser hovîtiya 103 canê jiyana xwe ji dest dan û bi ser 450 kesî re birîndar bûn tune bihesibînin.”
Bi boneya kêmasiyên tuzuka komeleyê bi biryara 7’emîn Dadgeha Hiqûq a Asliye ya Enqereyê Komeleya Aştî û Piştgiriyê ya 10’ê Cotmehê hat girtin. Rêveberên Komeleyê li Navenda Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Rêveberiyên Herêmî û Hemû Şaredariyan (Tum Bel Sen) civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên civaka sivîl jî destek dan civînê.
KOMELE PIŞTGIRIYA 30 HEZAR BIRÎNDARAN DIKE
Seroka Komeleya Aştî û Piştgiriyê ya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Coşgun anî ziman ku komeleya wan bi armancek derbasdar nehatiye vekirin û got: “Komeleya 10’ê Cotmehê teqez ne bi hevesekê hatiye vekirin û ne komleyek bi armancên derbasdar û kêrnehatî nîne. Beriya her tiştî komeleya me niha piştgiriya zêdetirî 30 birîndaran dike. Ji bo kar û barên hiqûqî yên tên darizandin dibe alîkar. Di warê dermankirina birîn û birîndaran de wek sîwanê ye. Li gel hemû girtin û astengiyan jî em ê di her 10’ê mehan de saet di 10.04’an de li ber Gara Enqereyê bin. Em ê bênavber çalakiya xwe dewam bikin. Girtina komeleya me tê wateya ku ser wahşeta 103 can jiyana xwe ji dest dan û bi ser 450 kesî re birîndar tune bihesibînin.”