MÊRSÎN – Hevseroka HDP’ê ya Mêrsînê Fatmagul Demîrtag, bi hinceta tev li daxuyaniya çapemeniyê ya bi dirûşmeya “Ji şerê Efrînê re na” bûye hat girtin.
Li Mêrsînê di 22’yê Çileyê de bi hinceta bi dirûşmeya “Ji şerê Efrînê re na” daxuyaniya çapemeniyê dan, di 6’ê Sibatê de Hevseroka HDP’ê ya Mêrsînê Fatmagul Demîrtag, Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Mezîtliyê Mahmut Kamal û rêveberên HDP’ê Hasar Orhan û 2 kesên navên wan nehatin hînbûn hatin binçavkirin. Piştî karên li emniyetê sewqî Edliyeya Mêrsînê hatin kirin.
Kamal û Orhan û 2 kesên navên wan nehat hînbûn piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan, lê Demîrtag jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin.
METNA ÇAPEMENIYÊ SÛC HESIBANDIN
Demirtag di îfadeya xwe ya li dadgehê de diyar kir ku ji bo di serî de zarok û jin zirarê nebinin wan ev daxuyanî daye û xwest bê berdan. Her wiha heyeta dadgehê jî bi îdiaya “Gel ber bi kîn û nefretê ve tehrîk kiriye” û “Propagadaya rêxistinê kiriye” biryara girtina Demîrtagê da.