EFRÎN - Fîdan Faîk a ji Efrînê ku di sala 1991’an de li Helebê 5 caran Rêberê PKK’ê Ocalan dît, diyar kir ku êrîşên li ser Efrînê li dijî ramanên Ocalan in û got: “Gava Ocalan behsa azadiya jinê dikir, digot ‘Ne ji nişkan ve, hêdî hêdî rabin.”
Fîdan Faîk a li Efrîna ku êrîşên TSK û OSO li ser hene dijî, di sala 1991’an de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nas kir. Fîdan Faîk a 61 salî û dayika 5 zarokan e, kureki wê di nava refên PKK’ê de jiyana xwe ji dest daye. Faîk, diyar kir ku di sala 1991’an de Ocalan mala wê ya Helebê ziyaret kiribû û wiha axivî: “Li mala me Ocalan ji bo 20 jinan civîn pêk anî. Bi giştî min 5 caran Ocalan dît. Nasîna wî ji bo min kelecaniyek pir mezin bû û hîna jî vê kelecaniyê dijîm.”
CIVÎN, NÎQAŞ Û GUHERTIN
Faîk, anî ziman ku di her tevgera Ocalan de mirov pê derdixist ku miroveke pir taybete û wiha got: “Bi me dida hîskirin ku mirovek pir taybete. Wê demê em nêzî 20 jinan bûn. Li wê derê li ser jin û rewşa wê gelek nirxandin kirin. Behsa jin çawan bê zanist hatiye hiştin kir. Rêyên pêşketinê yên avakirin ji me re nîşan dida. Dixwest ku em xwe nas bikin. Qala rewşa Kurdistanê ya wê demê dikir û çawan hat parçekirin vedigot. Giranî dida ser îxanet, koletî û li çewhera xwe xwedî derketinê. Gava behsa azadiya jinê dikir, digot ‘ni ji nişkan ve, hêdî hêdî.’”
'TÊGÎNA ZILAM DIGIRT DEST’
Faîk, da zanîn ku Ocalan tim têgîna zilam a dinava civakê de digirti dest û wiha bilêv kir: “Digot zilam jî koleyê dewletê ye. Ocalan ji bo zilam tim wiha digot ‘Welatê wî, axa wî û mala wî jê hatiye standin, lê ew tê hemû desthilatdariya xwe li ser jinê nîşan dide.’ Dinavbera me û xwe de girêdanbûnek mezin ava dikir. Heya niha kesek wisan nêzî me nebûye. Ne hevjin û ne jî malbata me wisan nêz me nebûne. Ji me re digot ‘erdnîgariya xwe nas bikin.’ Bi rastî jî ez 25 salan li Helepê mam, heya wê rojê min Keleha Helebê jî nedîtibû. Di saya ramanên Ocalan de ez guherîm û min ji xwe re got divê ez nasbikim, bibinim û bixwînim.”
'ÊRÎŞÎ RAMANÊN OCALAN DIKIN’
Faîk, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Şoreşa li Bakurê Sûriyeyê û Efrînê ava bû, di saya ramanên Ocalan de ava bû. Pergala me bi fikir û ramanên wî teşe girtiye. Hemû kes ber bi vê pergalê ve tên. Hemû gel xwe di vê pergalê de dibînin. Jin, erdnîgarî, azadî û pêşketinên bingeha vê şoreşê ya Ocalan behsê dikir her ku diçe mezintir dibe. Tişta ku Ocalan behsê dikir, nû nû fam dikim. Îro li Efrînê êrîşê vê raman û fikrê dikin. Hewl didin pergala Ocalan ji bo gelan dayî avakirin birûxînin. Êrîşên 26 rojin berdewam dikin, li dijî Ocalanin. Ocalan bi xwe jî bi salane dibin tecrîtek giran deye. Ew ne tenê ji bo kurdan têdikoşe. Ji bo hemû gelên bin dest têdikoşe.”
MA / Nazim Daştan - Selamî Aslan