Navçeya ku 4 aliyên wê ave, bi salane pirsgirêka avê dijî

  • rojane
  • 10:26 16 Cotmeh 2021
  • |
img

ŞIRNAK - Li navçeya Elkê gel bi mehane pirsgirêka avê dijî. Şaredariya ku ji qeyûm derbasî AKP'ê bû, pirsgirêka avê bi salane çareser nake. Navçeya ku 4 mehin bê av e, rojê tenê çand saetan av tê dayîn. Welatiyên ku ji ber tunebûna avê rojên zehmet dijîn, bertek nîşanî tunebûna avê dan û gotin: "Bi şev û roj avê  li ser me dibirin. Bila ava me berdin." 

Li navçeya Elkê ya Şirnexê ku nifûsa wê ji  5 hezar û 690'an pêk tê, ev 4 meh in pirsgirêka avê tê jiyîn. Di nava 24 saetan de tenê 4 saetan av ji navenda navçeyê re tê dayîn. Şaredariya navçeyê ku ji qeyûm derbasî AKP'ê bû, ji bo çareserkirina pirsgirêka avê tu hewldanan nade. Ji ber vê li navçeyê pirsgirêka avê bi salan e dewam dike. 
 
Di sala 2014'an de, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) şaredariya navçeyê qezenc kir û ji bo pirsgirêka avê ya welatiyan çareser bike proje amade kir. Şaredariya DBP'ê ev projeya xwe bi Ajansa Geşepêdanên Dîcle (DÎKA) re bi rêve bir û di sala 2016'an de temam kir. Şaredariyê dûre ev projeya xwe da îhaleyê. Lê ev projeya şaredariyê ji aliyê qeyûmê di 3'yê Adara 2017'an de hat tayînkirin ve hat betalkirin. Şaredariya ku di sala 2019'an de ji qeyûm derbasî AKP'ê bû, bi tu awayî pirsgirêka avê ya navçeyê çareser nekir û her roja diçe ev pirsgirêk mezin dibe. Welatiyên li 4 taxên Alîçavûş, Elkî, Karşiyaka û Bilbêsê yên navçeyê dijîn, bi mehane pirsgirêka bêaviyê dijîn.
 
'GER PROJEYA ME PÊK ANÎBANA ÎRO EV PIRSGIRÊK NEDIBÛ' 
 
Hevşaredarê DBP'ê yê Navçeya Elkê Nûrettîn Ataman ê di sala 2017'an de qeyûm tayînî cihê wî hat kirin, diyar kir ku projeya wan a avê ji aliyê qeyûm ve hat derbkirin. Ataman, da zanîn ku dema hatin hilbijartin, ewil pirsgirêka avê ya navçeyê danîn pêşiya xwe û wiha axivî: "Yek ji pirsgirêkên sereke yên navçeyê pirsgirêka avê bû û me bi derfetên pir kêm proje amade kir. Me di sala 2014'an de dest bi projeyê kir û heya sala 2016'an dewam kir. Ji sala 2014'an heta 2016'an me DÎKA re ev projeyek amade kir. Piştî projeya me temam bû me da îhaliyê. Lê di qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Ger qeyûm ev projeya me bi cih bianiya wê ev pirsgirêk niha çareser biba. Ji ber ku me ev proje li gorî nifûsa navçeyê amade kiribû. Lê mixabin proje revîze kirin û li gorî berjewendiyên xwe rêvebirin. Ev 4 mehin her roj di serê sibehê de  li ser bajêr av dibirin û heta êvaran av nadin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka heyî heta niha tu tevbîr nehatine girtin. Niha jî xîzmeteke berbiçav tune ye. Li navçeyê li ser  navê xizmetê tiştek nîne."
 
'HETA BIHARÊ WÊ ÎŞKENCEYA AVÊ BIKÊŞIN'
 
Endamê Meclîsa Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Navçeyê Mehmet Ataman jî, anî ziman ku bi salane pirsgirêka ava navçeyê nayê çareserkirin û wiha got: "Ev pirsgirêk tê paşguhkirin. Ji taxên me Bilbisê û Guwanise re 2 salin av nayê dayîn. Di heman demê de, di meha biharê de şaredariyê hewl da ku ji gundê Geznexê av bînin. Lê di dawiyê de ew proje jî betal kir. Niha jî projeyeke wan heye ku ji kaniya gundê germavê av bînin. Lê êdî zivistane û pêkanîna vê projeyê jî nemimkune. Heya ku bihar bê dê gelê navçeyê vê îşkenceya avê bikişîn."
 
'EZÊ HEQÊ AVÊ NEDIM'
 
Ji şeniyên taxa Elkî Zeynep Bal jî, nêrazîbûn nîşanî tunebûna avê da û wiha got: "Bi salane, ji ber tunebûna avê em îşkenceyê dibînin. Her roj serê sibehê ava me digirin û heta êvarî bernadin. Dibe êvar nû ava berdidin. Piştî çend seatên din avê dîsa dibirin. Hemû karê me li ser avê ye. Heger av nebe mirov nikare karekî bike. Faturaya me ya avê bûye hezar û 500 lîre. Ez ê çawa fatûreya ava ku min bikar ne aniye bidim? Min ji hêrsan faturaya xwe dirand û avêt çopî. Ez ê heqê avê nedim. Ez ê tu caran neçim ber deriyê şaredariya wan. Divê ev pirsgirêka avê demildest bê çareserkirin."
 
'BI ŞEV Û ROJ AVÊ LI SER ME DIBIRIN' 
 
Nişteciha taxê Fatma Aykut jî, dest nîşan kir ku ew ji daxwaza avê kirinê bêzar bûne û wiha bi lêv kir: "Şaredarî ji gelê navçeyê re xîzmet nake: "Ava me her roj dibire. Tenê 4 seatan avê didin me. Ev salek zêdetire, dibêjin wê avê ji Geznexê bînin. Lê ev jî derew derket.  Em bi salane  pirsgêrika avê dijîn. Ava ku berdidin jî heriye û nexweşî jê çêdibe. Gelo çima gel dengê xwe dide wan? Ji bo ku ji gel re xîzmetê bikin. Lê ji me re tiştekî nakin. Pirsgirêka me ya sereke av e. Me heta niha çi daxwaz kiri be pêk nehatiye."
 
MA /Zeynep Dûrgût

Sernavên din

22/10/2021
16:02 Parlamenterên CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin
15:32 Walîtiya Rihayê çalakiyên ji bo Doza Pirsûsê qedexe kir
15:11 Sancar: Îqtidar bi feraseta ‘qencî û sedeqeyê’ nêzî astengdaran dibe
15:02 Tûncel: Agirê Prometheus di destê HDP’ê de ye
14:39 Li Edene û Mêrsînê cezakirina Gokkan hat protestokirin
14:01 Jinan jî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang kir
13:39 Doza Pirsûsê: Dadgehê daxwaza ji bo dosyeya El Aggal red kir
13:39 Piştevaniya ji bo Gokkan: Esas hedef têkoşîna jinan e
12:31 Başaran: Em kurd in, jin in, li vir in
12:22 Doza Kobanê: Xebata hilbijartinê sûc hatiye nîşandan
11:56 Di Doza Pirsûsê de daxwaza parastina parêzeran hat redkirin
11:41 Dîmenên wesayîta ku polîsan gulebaran kiribû derketin holê
11:29 Rûniştina biryara Doza Komkujiya Pirsûsê dest pê kir
11:24 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:23 Li Wanê şermezarkirina xwendekaran didome
11:16 Malbata Şenyaşar: Dayik wê edaletê bînin
10:55 Îdareya girtîgehê ‘Antolojiya Dengbêjên Botanê’ desteser kir
10:08 YE: Tirkiye, li Sûriyeyê hêzeke dagirker e
09:52 HDP'ê hosteyê helbesta kurdî Cegerxwîn bi bîr anî
09:40 YNK’ê bersiva PDK’ê da: Tu têkiliya hikumetê bi bûyera Xelîfanê re nîne
09:38 Rewşenbîrên ereb têkildarî çekên kîmyewî bang kirin: Li cihê cih lêkolîn bikin
09:13 Ava bermayî ya Heskîfê 6 meh in diherike pengava bendavê
09:02 Helwesta darazê di îstismarkirina zarokan de: Kiryar tê parastin
09:02 Hiqûqnas: Heyfê ji girtiyên siyasî distînin
09:02 Sekreterê Giştî yê Tum Bel-Senê: Qeyûm gefan li endamên me dixwin
09:02 Dê ji bo girtiyê nexweş Ozkan serî li AYM û DMME'yê bide
09:02 10 sal derbas bûn, Wan ji bo erdhejê ne amade ye
09:02 16 sal in restorasyona li Keleha Kolikê neqediyaye
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2021'AN
08:51 Li Semsûrê kesek hat binçavkirin
21/10/2021
17:00 Derbarê Ferhat Tûnç de biryara girtinê hat derxistin
16:54 Li Dersimê eskerekê jiyana xwe ji dest da
16:44 Bikaranîna "çekên kîmyewî" li Parlamentoya Îtalyayê ye
16:15 Rêveberiya Xweser serdana Parlementoya Katalonyayê kir
16:11 Derbarê 9 kesên êrişî Malbata Dedeogullari kirin de doz hat vekirin
16:10 ÎHD'ê ji bo tezkereyê banga 'na' li parlamenteran kir
15:57 Kadîr Çat: Ji bo me her der qada konserê ye
15:56 Îtîraza ji bo Guven û Alokmen hatibû kirin, hat redkirin
15:12 Olûç: Divê girtîgehên Sîncan, Şakran û Kurkçulerê bi lezgînî bên ziyaretkirin
14:53 Berteka li dijî cezayê Gokkan: Em ê îtaat nekin
14:53 109 kesayetan ji NY'yê xwest lêkolîna çekên kîmyewî bike
13:44 Dayikên Aştiyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
13:35 Doza ‘dayê’ li MEBYA-DER’ê hat vekirin!
13:31 Doza Kobanê: Di navbera delîl û angaştan de girêdan tune ye
13:27 'Divê li navendên bajaran gera wesayîtên zirxî were qedexekirin'
13:27 Emîne Şenyaşar: Êşa min weke roja ewil nû ye
12:32 Ji Gunay hişyariya 'tezkereyê': Divê êdî muxalefet hişyar bibe
12:24 Dozger xwest ‘zarokên baş’ ên Pirtûkxaneya Umutê bombe kirin beraet bibin
12:12 Rêveberiya Xweser spasiya Katalonyayê kir
11:49 AYM’ê derbarê belavokên Newrozê de biryara binpêkirinê da
11:30 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Ocalan bibîne serlêdan kir
11:29 Hêceta şewitandina înfazê: Ne selihî ye
11:19 Li Îzmîrê 17 endam û rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
11:01 Nûrî Mehmûd: Wê vê carê ne wek Efrînê û Serêkaniyê be
11:00 Doza Helîkopterê: Amûrên rojnamegeran nehatin dayîn
10:10 KNK: Divê PDK cenazeyên gerîlayan radestî malbatên wan bike
10:04 Zaroka ku maşîneya zirxî lê qelibî xetereya mirinê ji ser xwe avêt
10:03 Bayindir: Divê muxalefet li dijî tezkereya şer helwesta xwe nîşan bide
09:07 Nivîskar û helbestvan wê pirtûkên nivîskarên girtî îmze bikin
09:06 Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan hezar û 962 roj in didome
09:03 Peyama kuçeyê: Quşxane dê hikûmetê hilweşîne
09:02 ÎHD: Meseleya girtiyên nexweş dê bi saziyên tenduristiyê yê serbixwe çareser bibe
09:02 Şaredariya Silopiyayê Mîhrîcana Şano û Zarokan li dar dixe
09:02 Dê jin komxebata şer, penaberî û keda jinê li dar bixin
09:02 KAYY-DER: Li Çewligê ekolojî tê qirkirin
09:02 Çavê girtiyê nexweş kor bû
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2021'Ê
20/10/2021
22:39 Zarokê di bin wesayîta zirxî de ma bi giranî birîndar bû
19:51 Hat xwestin kujerê komkujiya Konyayê 7 caran bi cezayê muebeda giran bê cezakirin
19:30 Katalonyayê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas kir
17:02 Ji Girtîgeha Amedê 7 girtî hatin sewqkirin
16:39 Filma ‘Cîran’ li Swîsreyê hêjayî xelatê hat dîtin
16:27 Li Kobanê SÎHA'yê bombe li wesayîtek sivîl barand
16:14 SES: Gonul Erden bi tecrîdê tê cezakirin
15:38 Ji Rojnameya Karincayê hastaga piştevaniyê
15:36 Ji bo girtiyan wê du meh çalakî werin lidarxistin
15:19 Akşener û Kiliçdaroglû li ser pergala parlamenteriyê hevdîtin kirin
14:54 Ji ber kêmbûna avê li Çemê Dîcleyê masî dimirin
13:38 Li Mersînê bijîjkekî hempîşeyê xwe kuşt
12:35 Dadgehê 30 sal cezayê hepsê li Ayşe Gokkan birî
12:19 5 rojnamegerên ku nûçe dişopandin beraet kirin
12:14 Malbata Şenyaşar: Cihê yê ku komkujî kiriye ne Meclîs e
11:32 Ji bo hatina Walî têketine Elkê qedexe kirin
11:15 ‘Dibe ku girtiyê nexweş Oztel çavên xwe winda bike’
10:34 Ji bo avakirina nexweşxaneyên bajar budçeyek zêde hatiye veqetandin
09:57 Li Şamê êrişa bombeyî: Herî kêm 13 leşker mirin
09:03 Girtiya jin li nexweşxaneyê hat tacizkirin
09:03 Yîgît: Deklerasyona HDP'ê helwesta muxalefetê guherand
09:03 Şaredarê Agiriyê ji bo guherandina sendîkayê gefan li karkeran dixwe
09:03 Li Girtîgeha Sîncanê di dema hevdîtinê de gardiyan li ber telefonan disekinin
09:03 Dadgehê heqê wergêra kurdî ji rojnamevan girt
09:03 Li nav rezên Licê sîtil li ser kuçikan hatin bikeyskirin
09:03 Rojnamevan Zagros: Tirkiye di şerê li Başûr de têk diçe
09:03 Çêkirina rê zirarê dide herêmê
09:03 Lehiya Sînopê: 71 roj in agahî ji Farûk Adak ê amedî nayê girtin
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2021'AN
19/10/2021
19:43 Ciwanan pêşangeha 'Odeya Bîrê' ya Guneştekîn protesto kirin
18:12 HDP'ê serdana gundên Şirnexê kir
17:04 Lêpirsîna li ser nûçegihana me bi dozvenekirinê bi encam bû
16:50 Li Çiyayê Kato berfa salê barî