Navçeya ku 4 aliyên wê ave, bi salane pirsgirêka avê dijî 2021-10-16 10:26:34 ŞIRNAK - Li navçeya Elkê gel bi mehane pirsgirêka avê dijî. Şaredariya ku ji qeyûm derbasî AKP'ê bû, pirsgirêka avê bi salane çareser nake. Navçeya ku 4 mehin bê av e, rojê tenê çand saetan av tê dayîn. Welatiyên ku ji ber tunebûna avê rojên zehmet dijîn, bertek nîşanî tunebûna avê dan û gotin: "Bi şev û roj avê  li ser me dibirin. Bila ava me berdin."  Li navçeya Elkê ya Şirnexê ku nifûsa wê ji  5 hezar û 690'an pêk tê, ev 4 meh in pirsgirêka avê tê jiyîn. Di nava 24 saetan de tenê 4 saetan av ji navenda navçeyê re tê dayîn. Şaredariya navçeyê ku ji qeyûm derbasî AKP'ê bû, ji bo çareserkirina pirsgirêka avê tu hewldanan nade. Ji ber vê li navçeyê pirsgirêka avê bi salan e dewam dike.    Di sala 2014'an de, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) şaredariya navçeyê qezenc kir û ji bo pirsgirêka avê ya welatiyan çareser bike proje amade kir. Şaredariya DBP'ê ev projeya xwe bi Ajansa Geşepêdanên Dîcle (DÎKA) re bi rêve bir û di sala 2016'an de temam kir. Şaredariyê dûre ev projeya xwe da îhaleyê. Lê ev projeya şaredariyê ji aliyê qeyûmê di 3'yê Adara 2017'an de hat tayînkirin ve hat betalkirin. Şaredariya ku di sala 2019'an de ji qeyûm derbasî AKP'ê bû, bi tu awayî pirsgirêka avê ya navçeyê çareser nekir û her roja diçe ev pirsgirêk mezin dibe. Welatiyên li 4 taxên Alîçavûş, Elkî, Karşiyaka û Bilbêsê yên navçeyê dijîn, bi mehane pirsgirêka bêaviyê dijîn.   'GER PROJEYA ME PÊK ANÎBANA ÎRO EV PIRSGIRÊK NEDIBÛ'    Hevşaredarê DBP'ê yê Navçeya Elkê Nûrettîn Ataman ê di sala 2017'an de qeyûm tayînî cihê wî hat kirin, diyar kir ku projeya wan a avê ji aliyê qeyûm ve hat derbkirin. Ataman, da zanîn ku dema hatin hilbijartin, ewil pirsgirêka avê ya navçeyê danîn pêşiya xwe û wiha axivî: "Yek ji pirsgirêkên sereke yên navçeyê pirsgirêka avê bû û me bi derfetên pir kêm proje amade kir. Me di sala 2014'an de dest bi projeyê kir û heya sala 2016'an dewam kir. Ji sala 2014'an heta 2016'an me DÎKA re ev projeyek amade kir. Piştî projeya me temam bû me da îhaliyê. Lê di qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Ger qeyûm ev projeya me bi cih bianiya wê ev pirsgirêk niha çareser biba. Ji ber ku me ev proje li gorî nifûsa navçeyê amade kiribû. Lê mixabin proje revîze kirin û li gorî berjewendiyên xwe rêvebirin. Ev 4 mehin her roj di serê sibehê de  li ser bajêr av dibirin û heta êvaran av nadin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka heyî heta niha tu tevbîr nehatine girtin. Niha jî xîzmeteke berbiçav tune ye. Li navçeyê li ser  navê xizmetê tiştek nîne."   'HETA BIHARÊ WÊ ÎŞKENCEYA AVÊ BIKÊŞIN'   Endamê Meclîsa Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Navçeyê Mehmet Ataman jî, anî ziman ku bi salane pirsgirêka ava navçeyê nayê çareserkirin û wiha got: "Ev pirsgirêk tê paşguhkirin. Ji taxên me Bilbisê û Guwanise re 2 salin av nayê dayîn. Di heman demê de, di meha biharê de şaredariyê hewl da ku ji gundê Geznexê av bînin. Lê di dawiyê de ew proje jî betal kir. Niha jî projeyeke wan heye ku ji kaniya gundê germavê av bînin. Lê êdî zivistane û pêkanîna vê projeyê jî nemimkune. Heya ku bihar bê dê gelê navçeyê vê îşkenceya avê bikişîn."   'EZÊ HEQÊ AVÊ NEDIM'   Ji şeniyên taxa Elkî Zeynep Bal jî, nêrazîbûn nîşanî tunebûna avê da û wiha got: "Bi salane, ji ber tunebûna avê em îşkenceyê dibînin. Her roj serê sibehê ava me digirin û heta êvarî bernadin. Dibe êvar nû ava berdidin. Piştî çend seatên din avê dîsa dibirin. Hemû karê me li ser avê ye. Heger av nebe mirov nikare karekî bike. Faturaya me ya avê bûye hezar û 500 lîre. Ez ê çawa fatûreya ava ku min bikar ne aniye bidim? Min ji hêrsan faturaya xwe dirand û avêt çopî. Ez ê heqê avê nedim. Ez ê tu caran neçim ber deriyê şaredariya wan. Divê ev pirsgirêka avê demildest bê çareserkirin."   'BI ŞEV Û ROJ AVÊ LI SER ME DIBIRIN'    Nişteciha taxê Fatma Aykut jî, dest nîşan kir ku ew ji daxwaza avê kirinê bêzar bûne û wiha bi lêv kir: "Şaredarî ji gelê navçeyê re xîzmet nake: "Ava me her roj dibire. Tenê 4 seatan avê didin me. Ev salek zêdetire, dibêjin wê avê ji Geznexê bînin. Lê ev jî derew derket.  Em bi salane  pirsgêrika avê dijîn. Ava ku berdidin jî heriye û nexweşî jê çêdibe. Gelo çima gel dengê xwe dide wan? Ji bo ku ji gel re xîzmetê bikin. Lê ji me re tiştekî nakin. Pirsgirêka me ya sereke av e. Me heta niha çi daxwaz kiri be pêk nehatiye."   MA /Zeynep Dûrgût