Ozdemîr: Bersiva Tirkiyeyê berevajîkirina meseleyê ye

  • rojane
  • 09:08 16 Cotmeh 2021
  • |
img

AMED - DMME'yê ji bo cezayê muebeda giran biryar dabû ku bêyî berdana bi şertî cezayê muebeda giran binpêkirina "parastina mafê hêviyê" ye. Tirkiye jî di bersiva xwe ya ji bo Komîteya Wezîran de derpêş kiribû ku li Îmraliyê tu binpêkirineke mafan tune ye. Parêzer Mehdî Ozdemîr, bersiva Tirkiyeyê wekî "berevajîkirinê" nirxand. 

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînê ya Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), di 26'ê Tîrmehê de ji bo "cezayê muebeda yê girankirî" yê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan hatiye birîn, serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dabûn. Di serlêdana van rêxistinên hiqûqê de biryarên binpêkirinê yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên derbarê hepsa heta hetayê de hatibûn destnîşankirin û hatibû xwestin ku ev rewş bi lezgînî daxilî nav rojevê bê kirin. 
 
Tirkiyeyê di 7'ê Îlonê de, bersiva serlêdanên rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê dabû. Tirkiye, di bersiva xwe de derpêş kiribû ku ji sala 2009'an heya nih li Îmraliyê tu binpêkirineke mafan tune ye. Her wiha Tirkiyeyê tespît û pêşniyarên li ser "mafê hêviyê" û "guherandina qanûna cezayê muebeda giran" yên ji bo berdana Ocalan û girtiyên din de jî paşguh kiribû. Balkêş bû ku Tirkiye tenê li ser rapora ku Komîteya Pêşîlêgirtina Îşneceyê ya Ewropayê (CPT) ku berê amade kiribû, sekinîbû. 
 
BERSIVA ÎDIAYÊN TIRKIYÊ DAN
 
Piştî vê rêxistinên sivîl, têkildarî îdiayên Tirkîyeyyê de bersiv dan Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê. Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê yên serlêdan kirin gotin: "Hikûmetê derbarê mijarên ku di danezana saziyên rêxistina civaka sivîl de hatin destnîşankirin, bersiveke berbiçav nedaye. Bi awayek xapîner diyar kiriye ku di warê cezayê muebeda girankirî û muebedê yê di pergala hiqûqa Tirkiyeyê de berdana bi şert daxilî berdanê ye û îdia kiriye ku şertên Girtîgeha Îmraliyê xala 3’yemîn binpê nekiriye." 
 
Endamê Desteya Rêvebir a Baroya Amedê û parêzerê Civan Boltan, Mehdî Ozdemîr, bersiva Tirkiyeyê ya ji bo Komîteya Wezîran nirxand.
 
Ozdemîr, destnîşan kir ku eleqeya bersiva Tirkiyeyê xwe ya ku li ser mafê hêviyê nesekiniye, bi naveroka serlêdanê tune ye û got: "Eleqeya bersiva Tirkiyeyê bi biryara binpêkirina mafan a DMME'yê û serlêdana 4 saziyan tu neye. Tenê çavdêrî û pêşniyarên CPT'iyê yên hesaya sala 2013'an û hin tevdîrên ku hikûmetê girtine dihewîne."
 
JINÛVE DARIZANDIN
 
Ozdemîr, destnîşan kir ku ji bo bersiva Tirkiyeyê bê fêmkirin pêş divê mirov li biryarên DMME'yê yên di warê binpêkirina mafan de binere û ji bo vê ev tişt gotin: "DMME dibêje, 'Bi biryara dadgehekê heta hetayê mayîna di girtîgehê de, binpêkirina qedexeya îşkence, muameleya xirab û dijî mirovahiyê ye.' Ev biryara DMME'yê, dide der ku divê ev 4 kes ji nû ve bên darizandin. A rast di dawiya vê jinûvedarizandinê de divê ev yek veguhere darizandineke cuda û cezayekî cuda an jî beraetê. Ev dibe ku cezayekî sînorkirî, rewşeke înfaza ceza ya bi awayekî din û û beraeteka bi awayekî din. Asas biryara binpêkirinê ya DMME'yê, divê di vî warî d ebê nirxandin, lê Tirkiye divêtiyên van biryarên binpêkirinê bi cî nayne. Pirsgirêkê çareser nake." 
 
DADGEHÊ DOZA GUHERANDINA QANÛNÊ KIR
 
Ozdemîr, destnîşan kir ku pirsgirêk pirsgirêkeke binyadî ye û wiha domand: "Piştî biryara DMME'yê, ji bo jinûvedarizandinê me ji bo Civan Boltan serî li Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Amedê da. Di vî warî de ev tişt gotin: 'Ez vê biryara DMME'yê pêk naynim. Di vî warî de ez biryara têkildarî xala 302'yan a Qanûna Ceza ya Tirk esas digirim. Ji bo vê guherandina qanûnê, çêkirina mekanîzmayekê divê di hiqûqa navxweyî de. Paşê ji bo pêkanîna biryara DMME'yê divê cardin serlêdan bê kirin." 
 
'BERSIVA TIRKIYEYÊ BEREVAJÎKIRIN E'
 
Ozdemîr, bibîr xist ku di hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê de ji bo parastina mafê hêviyê" tu sererastkirinek tune ye û ji bo vê sererastkirineke qanûnî divê. Ozdemîr wiha domand: "Ji bo hemû kesên cezayê muebeda giran li wan hatiye birîn, divê rêyeke hiqûqa navxweyî ya ji bo jinûve dariazandin hebe. Bersiva Tirkiyeyê ji bo Komîteya Wezîran, ne têkildarî biryara DMME'yê û çareserkirina pirsgirêkê ye. Tew berevajîkirinekê di xwe de dihewîne. Ji lew re DMME'yê ji Tirkiyeê xwestiye qanûnê biguherîne. Piştî biryara DMME'yê gelek kesên bi vî awayî tên darizandin, bi biryarên bi vî rengî re rû bi rû dimînin û tên mexdûrkirin." 
 
Ozdemîr ku got "A rast biryara binpêkirinê ya DMME'yê têkildarî dayyîna ceza û dema înfaza ceza ye" anî ziman ku beyana ku Tirkiyeyê daye, beyaneke têkildarî rejîma înfazê ya ceza ye û got: "Gava mirov li tiştên li Îmraliyê diqewimin û tiştên di pêvajoya dawî de diqewimin mêze bike, ne pêkan e ku ev rejîma înfazê ne girêdayî pêvajoya polîtîk be. Rejîma înfaza ceza ji bo kesên cezayê muebeda giran li wan hatiye birîn, dibe sedema şert û mercên pir giran. Li Îmraliyê rejîmeke awarte tê ferzkirin. Lewma bersiva Tirkîyeyê berevajîkirina nirxandina Komîteya Wezîran a têkildarî biryara binpêkirina mafan e." 
 
‘PIRSGIRÊKEKE BINYADÎ'
 
Ozdemîr, anî ziman ku biryara DMME'yê tenê ne ji bo 4 kesan e, ji bo tevahiya hikûmxwarên ku cezayê muebeda giran li wan hatiye birîn û got: "Ev pirsgirêkeke binyadî ye. Ev, dê bi guherandina qanûnê re çareser bibe. Heger Tirkiye vê biryara DMME'yê ya derbarê 4 kesan de pêk bîneî dê pirsgirêka binyadî çareser bibe." 

Sernavên din

16/10/2021
14:55 ÎHD: Girtiyê nexweş Coşkûn bi rîska mirinê re rûbirû ye
14:54 Dayikên Şemiyê ji bo 11 gundiyên li Pasûrê hatibûn qetilkirin banga edaletê kirin
14:11 Jin li Qada Îstasyonê kom bûn
13:58 Ji bo girtiyê 12 caran emeliyat bûye banga berdanê hat kirin
12:40 Operasyona MÎT’ê ya “sîxurên Îranê” senaryo derket
12:38 Di Lijneya Giştî ya Baroya Stenbolê de nerazîbûna li dijî tecrîdê
12:30 Budçeya 2022’yan: Budçeya parastinê ji sedî 30 zêde bû
11:39 Fehîme Poyraz ji bo mîtînga jinan bang kir
11:23 Ji Doza Komkujiya Konyayê hevkariya dozger-çapemeniyê derket
11:22 7 kesên di 'operasyona' DAIŞ'ê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:10 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re edaletê pêk bînin
10:26 Navçeya ku 4 aliyên wê ave, bi salane pirsgirêka avê dijî
10:25 Nesrîn Nas: Deklarasyona HDP'ê firsendeke dîrokî ye
09:12 Belgeyek nû derbarê kurdên Ahiskayê de: Geşta Zagurskiy (1872)
09:11 Koçer îsal zû ji zozanan vegeriyan
09:10 Peykertiraş Saffan: Bila êdî mirov bes bikin qîrîn û hawar
09:10 Welatiyê gef lê hat xwarin giliyê polîsan kir
09:09 Goristana Stîyan a 2 hezar salî hê jî li ser piyan e
09:08 Ozdemîr: Bersiva Tirkiyeyê berevajîkirina meseleyê ye
09:07 Di doza cinayetê de 9 xizmên serokê AKP'î 4 sal in nehatin zevtkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2021'Ê
08:59 Jin ji bo mîtîngê ji Wanê bi rê ketin
15/10/2021
16:28 Hevseroka Giştî ya DBP'ê Aydenîz banga mîtînga jinan kir
16:26 Salek û 8 meh cezayê hefsê li Aysel Tugluk hat birîn
15:40 'Yek ji serdemên herî tarî diqewime'
15:39 Sancar: Em ji berfirehkirina siyaseta demokratîk re amade ne
15:17 Çarkin di Doza JÎTEM’ê de axivî: Ez dixwazim bi bersûcan re rûbirû bibim
14:39 Qeydên tapeyan ên nû li dosyeya malbata Dedeogullari hat zêdekirin
14:38 Dayîkên Aştiyê banga tevlîbûna mitîngê li jinan kirin
14:31 Danişîna parêzerên ku qayûman şermezar kiribûn hat dîtin
14:11 Jinek û zaroka xwe di girtîgehê de bi Kovîd-19’ê ketin
14:02 Civîna Tifaqa Kurdistanî: Peywira me ya herî girîng yekrêziya li dijî şer e
13:59 Parêzerên Doza Kobanê: Biryara DMME’ê nayê bicihanîn
13:22 Şaredarê berê yê Cizîrê ku girtiye nayê dermankirin
13:14 Dozger xwest ku Dr. Gokalp were cezakirin
12:30 Tirkiyeyê Qendîl û Asosê bombebaran kirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Roja heq û edaletê wê ji nû ve hilbê
11:55 Aygul Dokû bang li Wezîrê Dadê kir
11:32 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:29 Sakik: Mûxalefet bi şens e, bêrî ku îstîxbarat were kurd dihatin înfazkirin
11:14 Amadekariyên konsera ‘Berbang’ didomin
10:51 Jinên Êlihê ji bo mitînga Amedê amade ne
10:24 Têkoşer Hesen: Goran di encama polîtîkayên şaş de biserneket
09:22 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
09:04 Ozsoy: AKP li Sûriyê tengijiye
09:04 Zabitayan li zaroka kaxezan berhev dike, xistin
09:04 Ûca: Dixwazin li Şengalê civaka demokratîk ji holê rakin
09:04 3 meh ma ji qedexeya tûtinê re: Tûtin jî here, em ê çi bikin?
09:04 Di 5 salan de 40 caran cezayê pereyan li Hevşaredara Êlihê hat birîn
09:04 Baroya Şirnexê dest bi perwerdehiya kurdî kir
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2021'AN
08:28 Li Edeneyê kesek hat binçavkirin
14/10/2021
17:41 Endama RJAK'ê Ciwana Ebdulbaqî hat berdan
17:05 Bikaranîna çekên kîmyewî bir rojeva Meclîsa Elmanyayê
16:26 Doza Gulîstan Doku: Ji bo Engîn Yucel biyara girtinê hat dayîn
16:24 MED-DER’ê belgename li mezûnên HDP’î yên kursa kurdî belav kir
16:05 Alî Dûran Topûz: Sedemê veqetandina min serxwebûna edîtoryal e
15:58 Bikaranîna çekên kîmyewî: Divê giliyê Tirkiyê li NY bê kirin û darizandin
15:18 Şandeyek ji Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:34 Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan
14:27 Rewşenbîran serdana Nûnertiya HDP'ê kir
14:26 Ji Rihayê banga tevlîbûna mîtîngê
13:57 Rojnamevan Kadrî Bagdû hat bibîranîn
13:36 Ji bo mîtînga jinan a Amedê destûr hat dayîn
13:36 MED TUHAD-FED: Li girtîgehan binpêkirin zêde bûn, bi hestiyar bin
13:34 Baroya Rihayê: Girtî bi îşkenceyê re rûbirû mane
13:34 Li pey hev ji Rojnameya Dûvarê îstifa kirin
13:11 Li Pirsûsê qeza: 2 kes mirin, 6 kes birîndar bûn
12:54 Dema hinarên Zivzikê dest pê kir
12:53 Dozger xwest Şerîf Çamçi heta 15 salan were cezakirin
12:52 Doza rojnameger Şahîn taloq bû
12:07 Malbata Şenyaşar: Em ê bi berxwedanê edaletê bînin
12:03 Gunay: Gur e gura şer komploya li muxalefetê ye
11:50 Parêzer Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:45 Li Qereyaziyê leşkeran bi ser gundekî de girt
11:40 Danişîna nûçegihanê me Aslan hat taloqkirin
11:19 Erdogan dîsa berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefan lê dixwe
11:18 Piştî Erdogan û Çavûşoglû Akar jî gefa êrişê xwar
11:02 Berdevkê YPG'ê: Tirkiye dixwaze statûya Rojava ji holê rake
10:21 Di doza ‘cînayetên siyasî’ ya JÎTEM’ê de wezaret zextan li ser dadgehê dike
10:04 ‘Daxwaza Baybars ê di rojiya mirinê de ye qebûl bikin’
10:04 Kaplan: Divê her kurd mala xwe bike cihê perwerdehiya zimanê kurdî
09:11 Ji TJA'yê banga mîtîngê: Dikare her tiştî biguherîn e
09:10 Rojnameger Êzidî: Encamên hilbijartinê ne rewa ne
09:08 'Zabitnameya ku DAIŞ'iyan tê de Bagdû kirin hedef daxilî dosyeyê nehat kirin'
09:08 Dê rapora derbarê êrişên li hemberî goristanan de berpêşî NY'yê bikin
09:08 Mîtînga Amedê: Em ê bersiveke mezin bidin feraseta dagirker û tecawizker
09:08 Hevseroka ciwan Duzun ji bo têkoşînê bang li ciwanan kir
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2021'AN
13/10/2021
17:06 Platforma Zimanê Kurdî li Batmanê jî nûnertiya xwe vekir
16:16 Li gundan kampanyaya ‘Dema azadiyê’ hat birêvebirin
15:39 Li wargeha KYK’ê li xwe kirina pîjemayan ji bo jinan hat qedexekirin
15:20 Serokê AKP'ê destdirêjî li jinekê kir
15:20 Li Rihayê banga tevlîbûna mîtînga jinan hat kirin
14:54 Ji Çavûşoglû daxuyaniya Sûriyeyê
13:47 HDP’ê di meha îlonê de serdana hezar û 653 gundan kiriye
13:46 Malbata Şenyaşar ji girtiyên nexweş re edalet xwest
13:43 Doza Demîrtaş a "heqareta" li Davûtoglû taloq bû
13:28 Li Qibrisê hikûmetê îstifa kir
13:07 Kovara Dilopê bi dosyeya Mehmet Bayrak derket