Ozdemîr: Bersiva Tirkiyeyê berevajîkirina meseleyê ye 2021-10-16 09:08:11 AMED - DMME'yê ji bo cezayê muebeda giran biryar dabû ku bêyî berdana bi şertî cezayê muebeda giran binpêkirina "parastina mafê hêviyê" ye. Tirkiye jî di bersiva xwe ya ji bo Komîteya Wezîran de derpêş kiribû ku li Îmraliyê tu binpêkirineke mafan tune ye. Parêzer Mehdî Ozdemîr, bersiva Tirkiyeyê wekî "berevajîkirinê" nirxand.  Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînê ya Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), di 26'ê Tîrmehê de ji bo "cezayê muebeda yê girankirî" yê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan hatiye birîn, serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dabûn. Di serlêdana van rêxistinên hiqûqê de biryarên binpêkirinê yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên derbarê hepsa heta hetayê de hatibûn destnîşankirin û hatibû xwestin ku ev rewş bi lezgînî daxilî nav rojevê bê kirin.    Tirkiyeyê di 7'ê Îlonê de, bersiva serlêdanên rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê dabû. Tirkiye, di bersiva xwe de derpêş kiribû ku ji sala 2009'an heya nih li Îmraliyê tu binpêkirineke mafan tune ye. Her wiha Tirkiyeyê tespît û pêşniyarên li ser "mafê hêviyê" û "guherandina qanûna cezayê muebeda giran" yên ji bo berdana Ocalan û girtiyên din de jî paşguh kiribû. Balkêş bû ku Tirkiye tenê li ser rapora ku Komîteya Pêşîlêgirtina Îşneceyê ya Ewropayê (CPT) ku berê amade kiribû, sekinîbû.    BERSIVA ÎDIAYÊN TIRKIYÊ DAN   Piştî vê rêxistinên sivîl, têkildarî îdiayên Tirkîyeyyê de bersiv dan Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê. Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê yên serlêdan kirin gotin: "Hikûmetê derbarê mijarên ku di danezana saziyên rêxistina civaka sivîl de hatin destnîşankirin, bersiveke berbiçav nedaye. Bi awayek xapîner diyar kiriye ku di warê cezayê muebeda girankirî û muebedê yê di pergala hiqûqa Tirkiyeyê de berdana bi şert daxilî berdanê ye û îdia kiriye ku şertên Girtîgeha Îmraliyê xala 3’yemîn binpê nekiriye."    Endamê Desteya Rêvebir a Baroya Amedê û parêzerê Civan Boltan, Mehdî Ozdemîr, bersiva Tirkiyeyê ya ji bo Komîteya Wezîran nirxand.   Ozdemîr, destnîşan kir ku eleqeya bersiva Tirkiyeyê xwe ya ku li ser mafê hêviyê nesekiniye, bi naveroka serlêdanê tune ye û got: "Eleqeya bersiva Tirkiyeyê bi biryara binpêkirina mafan a DMME'yê û serlêdana 4 saziyan tu neye. Tenê çavdêrî û pêşniyarên CPT'iyê yên hesaya sala 2013'an û hin tevdîrên ku hikûmetê girtine dihewîne."   JINÛVE DARIZANDIN   Ozdemîr, destnîşan kir ku ji bo bersiva Tirkiyeyê bê fêmkirin pêş divê mirov li biryarên DMME'yê yên di warê binpêkirina mafan de binere û ji bo vê ev tişt gotin: "DMME dibêje, 'Bi biryara dadgehekê heta hetayê mayîna di girtîgehê de, binpêkirina qedexeya îşkence, muameleya xirab û dijî mirovahiyê ye.' Ev biryara DMME'yê, dide der ku divê ev 4 kes ji nû ve bên darizandin. A rast di dawiya vê jinûvedarizandinê de divê ev yek veguhere darizandineke cuda û cezayekî cuda an jî beraetê. Ev dibe ku cezayekî sînorkirî, rewşeke înfaza ceza ya bi awayekî din û û beraeteka bi awayekî din. Asas biryara binpêkirinê ya DMME'yê, divê di vî warî d ebê nirxandin, lê Tirkiye divêtiyên van biryarên binpêkirinê bi cî nayne. Pirsgirêkê çareser nake."    DADGEHÊ DOZA GUHERANDINA QANÛNÊ KIR   Ozdemîr, destnîşan kir ku pirsgirêk pirsgirêkeke binyadî ye û wiha domand: "Piştî biryara DMME'yê, ji bo jinûvedarizandinê me ji bo Civan Boltan serî li Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Amedê da. Di vî warî de ev tişt gotin: 'Ez vê biryara DMME'yê pêk naynim. Di vî warî de ez biryara têkildarî xala 302'yan a Qanûna Ceza ya Tirk esas digirim. Ji bo vê guherandina qanûnê, çêkirina mekanîzmayekê divê di hiqûqa navxweyî de. Paşê ji bo pêkanîna biryara DMME'yê divê cardin serlêdan bê kirin."    'BERSIVA TIRKIYEYÊ BEREVAJÎKIRIN E'   Ozdemîr, bibîr xist ku di hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê de ji bo parastina mafê hêviyê" tu sererastkirinek tune ye û ji bo vê sererastkirineke qanûnî divê. Ozdemîr wiha domand: "Ji bo hemû kesên cezayê muebeda giran li wan hatiye birîn, divê rêyeke hiqûqa navxweyî ya ji bo jinûve dariazandin hebe. Bersiva Tirkiyeyê ji bo Komîteya Wezîran, ne têkildarî biryara DMME'yê û çareserkirina pirsgirêkê ye. Tew berevajîkirinekê di xwe de dihewîne. Ji lew re DMME'yê ji Tirkiyeê xwestiye qanûnê biguherîne. Piştî biryara DMME'yê gelek kesên bi vî awayî tên darizandin, bi biryarên bi vî rengî re rû bi rû dimînin û tên mexdûrkirin."    Ozdemîr ku got "A rast biryara binpêkirinê ya DMME'yê têkildarî dayyîna ceza û dema înfaza ceza ye" anî ziman ku beyana ku Tirkiyeyê daye, beyaneke têkildarî rejîma înfazê ya ceza ye û got: "Gava mirov li tiştên li Îmraliyê diqewimin û tiştên di pêvajoya dawî de diqewimin mêze bike, ne pêkan e ku ev rejîma înfazê ne girêdayî pêvajoya polîtîk be. Rejîma înfaza ceza ji bo kesên cezayê muebeda giran li wan hatiye birîn, dibe sedema şert û mercên pir giran. Li Îmraliyê rejîmeke awarte tê ferzkirin. Lewma bersiva Tirkîyeyê berevajîkirina nirxandina Komîteya Wezîran a têkildarî biryara binpêkirina mafan e."    ‘PIRSGIRÊKEKE BINYADÎ'   Ozdemîr, anî ziman ku biryara DMME'yê tenê ne ji bo 4 kesan e, ji bo tevahiya hikûmxwarên ku cezayê muebeda giran li wan hatiye birîn û got: "Ev pirsgirêkeke binyadî ye. Ev, dê bi guherandina qanûnê re çareser bibe. Heger Tirkiye vê biryara DMME'yê ya derbarê 4 kesan de pêk bîneî dê pirsgirêka binyadî çareser bibe."