STENBOL – Di 16'ê Sibatê de dê doza Hêlîm Palandoken a li Pendîkê li ber dibistanê hat kuştin bê dîtin, bav Nîhat Palandokon banga tevlibûna dozê kir û ev tişt got: "Ji bo cezayekî giran bê tayîn em tê dikoşin."
Jina ciwan Hêlîn Palandoken (17) di 13'ê Cotmehê de li Pendîka Stenbolê dema ji dibistanê derdiket kesekî ew kuştin. Dê di 16'ê Sibatê de li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Anatolyayê ya li Kartalê doz bê dîtin. Dê gelek saziyên jinan danişîna dozê bişopînin, bav Nihat Palandoken û endama Meclisa Jinan a Stenbolê Ilgin Gurses banga tevlibûna dozê kirin.
‘DIVÊ CEZAYÊ GIRAN BIDIN VAN KESAN’
Palandoken bang li her kesî xwedî zarok û serwext kir ku tev li danişîna dozê bibin û ev tişt got: "Îro hatiye serê me dê sibê bê serê malbatên din. Keça min çû. 5 meh e ez têkoşînê didim ku ev kes bê cezakirin. Ji wê rojê heta niha bang dikim ku cezayekî giran bidin vî kesî. Heta cezayên giran nedin van dê qetilkirina jinan dewam bike. Tişta girîng cezayekî giran e û têkoşîna me jî ji bo vê ye." Palandokem bang li her kesî kir ku tev li dozê bibin û piştgiriyê bidin têkoşîna wan.
DÊ MECLISA JINAN DOZÊ BIŞOPÎNE
Endama Meclisa Jinên Stenbolê Ilgin Gurses, zimanê çapemeniyê jî rexne kir û ev tişt anî ziman: "Cihê ku çapemenî bêje 'cinayetên jinan' peyvên wekî 'hesûdî' û 'cinayetên evînê' bûyerê rewa dide nîşan. Çapemenî bi vê yekê hişmendiyekî belav dike." Gurses bang li tevahî jinan kir ku tev li doza Palandoken bibin û ji dijî van bûyeran bê deng nemînin.