ŞIRNEX - Wezareta Karên Hundir, der barê kuştina Zekî Acar ê di qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de hat kuştin parastin da. Wezaretê îdia kir ku kuştina Acar di çarçoveya hiqûqê de pêk hatiye.
Li navçeya Cizîrê yê Şirnexê di navbera 14’ê Kanûna 2015’an û 2’yê Adara 2016’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin. Zekî Acar ê 8 roj beriya qedexeyê rapora nikare leşkeriyê bike girtibû û vegeriyabû mala xwe, di êrîşa hêzên dewletê de hatibû kuştin.
Serdozgerê Komarê yê Cizîrê der barê kuştina Acar de dosya amade kir û ew wekî endamê rêxistinê da nîşan. Parêzerên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) ketin dewrê û der barê vê bêhiqûqiyê de doz li Wezareta Karên Hundir vekir. Parêzeran di serlêdana xwe de destnîşan kir ku berpirsên îdarî mafên xwezayî yên Acar binpê kirine û 800 hezar TL tazmînata madî û manevî xwestin. Her wiha hat diyarkirin ku divê kesên ku Acar kuştine jî bên cizakirin.
KUŞTINA ACAR LO GORÎ HIQÛQÊ YE
Piştî doza ku parêzeran vekiriye, Wezîrê Karên Hundir bersiv da 1’emîn Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê. Wezaretê di parastina xwe de xwest ku daxwaza dozvekirinê neyê qebûlkirin û îdia kir ku Acar “endamê rêxistinê” ye. Di parastinê de hat gotin ku hêzên ewlehiyê li gorî hiqûqê tevgeriyane û di çarçoveya parastina rewa de tev geriya ne.
‘DIVÊ LI MALÊ BÊHNA XWE VEDA’
Wezaretê destnîşan kir ku daxwaza dozê bêhiqûqî û neheqî ye. Di parastinê de ev tişt hatin gotin: “….ev kes ji ber nexweşiya gurçikan rapora nikare leşkeriyê bike girtiye û piştre vegeriya mala xwe û li gel xizmê xwe dest bi kar kiriye. Ji ber ku bavê wî pere nedayê xeyidî ye û ji malê çûye. Ev ne aqilane ye û ne li gorî mantiqê ye.”
Wezaretê diyar kir ku diviya Acar piştî vegeriyaye malê bêhna xwe veda, lê her çi hikmet e di pêvajoya şer de rapora nikare leşkeriyê bike giriye û di berdewama parastinê de ev tişt got: “…ev kes beriya pevçûnan rapora nikare leşkeriyê bike girtiye û ev tişt jî hin pirsên di hişê mirov de çê dike, gelo dê di pevçûnan de cih bigire û ji bo wê rapor girt. Wextê nexweşiya gurçikan berçavan bê girtin diviya li cihê biçe bixebite li mala xwe bêhna xwe veda. Ev jî helwesteke zarokane ye û baweriyê nade…”
‘BI KURTASÎ….’
Di parastinê de berpirsyariya îdarê jî ev tişt got: “Ji bo ku mafê tazmînatê hebe divê mafê ewlehiya canî bihata binpêkirin. Heke wiha nebe dê zirar jî li ser kesê zirar dîtî bimîne. Bi kurtasî dema rabitaya îlliyetê ya qanûnî pêk nehatibe qisûreke berbiçav jî tune ye.”
Wezaret bi vê têr nebû, di dawiya parastina de xwest ku buhayê vekaletê jî ji kesên doz vekirine bê birîn.