COLEMÊRG - Belavkara Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Mizgîn Fendîk, di mehekê de li Geverê du caran hat binçavkirin. Fendîk diyar kir ku di bin çavan de 5 caran “Sîxurî” li ser wê ferz kirin û ji ber sîxurî qebûl nekiriye, polîsan gefa girtinê li wê xarine.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê belavkara Rojnameya Ozgûrlukçu Demokrasiyê Mizgîn Fendîk, di bin zextên polîsan de ye. Polîsan di mehekê de du caran Fendîk binçav kirin. Fendîk di 19’ê Çile û di 6’ê Sibatê de hat binçavkirin, polîsan dest danîn ser 167 rojnameyên wê û nehiştin rojnameyan li aboneyan xwe belav bike. Her çendî der barê rojnameyê de biryara qedexe û komkirinê tunebû jî, gava Fendîk hat binçavkirin, polîsan bi lez û bez der barê rojnameyê de “Biryara komkirin û qedexeyê” derxist û dest danîn ser rojnameyên Fendîk. Fendîk da zanîn ku polîs “Sîxurtî” li wê ferz kirine.
ROJNAME AVÊTIN
Di 20’ê Çile roja Şemiyê, 100 rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasiyê 30 km dûrî Kontrola Yenîkopruyê hatin dîtin. Ev rojnameyên ku diviya bû bigihiştana aboneyan, leşkeran bêyî ku hincet nîşan bidin, dest danîn ser rojnameyan. Leşkeran, berê jî ji bo rojnameyan neyên navçeyê, gefa li ajokarê mînîbûsê xaribûn û gotibûn ku "heke hûn rojnameyan bînin emê cezayê pere li we bibirin."
'GEF LI MIN XARIN’
Belavkara rojnameyê Mizgîn Fendîk destnîşan kir ku dema wê cara ewil rojname belav dikir, polîsan ew binçav kirin û wiha axivî: “Destpêkê polîsan rêya min girtin. Ligel ku min nasnameya xwe ya rojnamegertiyê nîşanî wan da jî, bi gef û zextan ez kirim maşîneya zirxî û ez birim Miduryeta Polîsan. Li vê derê beyî ku parêzerê min bê, bi gefan ez 3 caran derxistim îfadeyê. Li wê derê polîseke jin hebû ji min re got ku ‘berê jî min belavkara rojnameyê Mizgîn da girtin, niha dora te ye. Emê te jî bidin girtin’ û tim gef li min xarin.”