HATAY – Li Taxa Yalandoz a ser sînorê Kirikhanê, TIR'a ku tang bar kiribun, li serwîsa karkeran qelibî. Di bûyerê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Li Taxa Yalandoz a ser sînorê Kirikhana Hatayê, TIR'a ku tanga leşkeran dibir li serwîsa karkeran qelibî, di bûyerê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn. Gundiyekê li Taxa Yalangozê dimîne, aşkera kir ku TIR'a ku tanga leşkerî dibir, li nêzî goristana herêmê li mînîbûsa karkeran xistiye û di bûyerê de 4 kesan jiyana xwe ji dest daye û gelek kes birîndar bûne.
Welatiyên birîndar rakirin nexweşxaneyên herêmê.