EFRÎN - Di êrîşa hewayî ya TSK’ê de li navçeyên Şiye û Rocoyê 4 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan, gelek sivîl birîndar bû.
Di çarçoveya êrîşên hewayî û beşayî yên TSK û OSO'yê de, gundê Hekiçe ya navçeya Şiyeyê hat bombekirin. Welatiyên 20 roj bûn ji bo xwe ji êrîşên Tirkiyeyê biparêzin xwe avêtinbûn şikeftên çiyan, dema vedigeriyan gund, balafiran bombe li wan barandin.
Di êrîşa hewayî de Horiya Ebd Hecres (45 ) û Fehîma Hemaade al Hemade (45) û yek jî mêr, bi giştî 3 kesan jiyana xwe ji dest da. Leyla Mustefa (45), Semar Mehad Alî (21) û Selah Mehamad (30) jî birîndar bûn.
Her wiha di bombebarana li dijî navçeya Racoyê de jî Ridwan Mihemed Hisen (35) jiyana xwe ji dest da.