HATAY – Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Hatayê li dijî kesên li bajêr hatin binçavkirin nerazîbûn nîşan dan û diyar kir ku ew wek gelê Hatayê ji şer bêzar bûne û xwest hevalên wan bên berdan.
Di 22’ê çile de li Hatayê bi beşdariya siyasetmedar, endamên sendîkayan û parêzvanê mafê mirovan li dijî êrîşên ser Efrînê daxuyanî dabûn û gotibûn “Ji şerê Efrînê re na.” Ji van pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Hatayê siyasetmedar, sendîkavan û parazvanê mafê mirovan jî di nav de 27 hatin binçavkirin. Endamên Platformê bi boneya oprasyona binçavkirinê şermezar bikin li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Hatayê civîna çapemeniyê li dar xistin.
Li ser navê pekhateyên platformê Rêveberê HDP’a Hatayê Mahîr Gulbul daxuyanî da û got: “Hevalên bi boneya li dijî şer derketin hatin binçavkirin. Bi bahaneyên wek OHAL û KHK’ê muxalefeta civakî xistine bin zextan. Hikûmet û şêrîkên wê her kesê li dijî şer derdikevin dixin binçavan. Divê hikumet û şêrîkên wê baş dizanibin; gelê Hatayê ji şer bêzar bûye. Em ê fêrî şertên jiyana şer nebin. Divê hevalên me demil dest bên berdan.”
Navên hin kesên hatin binçavkirin wiha ye: Hevserokên HDP’a Hatayê Sultan Başaran û Kerem Nalbant, Hevserokê HDP’a Smandagê Adnan Eryilmaz, Hevserokê HDP’a Defne Mîthat Mîroglu, Hevseroka Partiya Ji Nû Ve Rizgariya Sosyalîst (SYKP) a Hatayê Hulya Kavuk, Serokê Şaxa ÎHD’ê ya HatayêMîthat Can, Serokê Şaxa DÎSK’ê ya Hatayê Yusuf Berkyurek, Rêveberên HDP’ê Dîlek Daplan û Seher Cevheroglu, parêzer Çetîn Sakalli, Endamên Egîtîm Sen û SYKP’ê Îzzet Koldan û Gulşen Yilmaz, endamê AKA-DerÊ Mehmet Alî Ceylan, endamê BES’ê Denîz Polat, endamên Egîtîm Senê Nîdal Çay, Gulîzar Çay û Servet Ustun Akbaba û endamê HDP’ê Selman Altinoz.