18 hezar û 507 mafên mirovan li bajarê kurdan îhlal bûn

  • rojane
  • 16:07 13 Sibat 2018
  • |
img

AMED - Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê rapora binpêkirina mafên mirovan ya 2017’an aşkere kir. ÎHD'ê diyar kir ku di sala 2017'an de li bajarên kurdan 18 hezar û 507 mafên mirovan hatiye îhlalkirin. ÎHD'ê anî ziman ku herîe zêde ji ber OHAL’ê îhlal zêde bûye û xwest demek berî demekê OHAL'ê rakin. 

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, li avahiya komeleyê rapora 2017'an bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve kir. Di civînê de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Raci Bîlîcî, diyar kir ku bi îlana OHAL'ê û derxistina KHK’yan gelek beşên civakê mafê wan hatiye binpêkirin û binpêkirina mafên mirovan gelek zêde bûye. Bîlîcî, anî ziman ku 18 mehin OHAL didome û wiha got: "OHAL'a ku j bo 3 mehan hat îlan kirin 18 mehin li dar e û 3 mehên din jî dirêj kirin. Bi OHAL'ê bi hezaran xebatkarên cemaweriyê û akademisyen bêyî sedemen hiqûqî ji kar hatin dûrxistin. 145 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê girtî ne. 10 wekîl û zêdetirî 65 hevşaredar girtî ne. " 
 
Bîlîcî, anî ziman ku hevşaredar û wekilên ku mafê xwe yê xala 34'an a Qanûna Bingehîn parastin û xwestin jê sûdê bigirin rastî êrîşa polîs û leşkeran hatin û wiha got: "Di serî de Hevserokên Giştî yê HDP'ê yên berê Selahattin Demîrtaş û Figen Yuksekdag jî di navde 9 parlamenterên HDP’ê û yek parlamenterê CHP’ê bi giştî 10 parlamenter hatin girtin. Ji 102 şaredariyên DBP’ê jê 93 şaredarî qeyûm tayînî wan kirin. Zêdetirî 65 hevşaredarên DBP'ê niha girtî tên darizandin. " 
 
3 HEZAR Û 787 KES HATIN BINÇAVKIRIN Û 788  KES HATIN GIRTIN
 
Bîlîcî, anî ziman ku di sala 2017'an de bê heq mirov hatin binçavkirin û wiha got: "Di salekê de 20 jê zarok 3 hezar û 878 kes hatin binçavkirin. Jê 2 zarok bi giştî 788 kes hatin girtin. Polîs û leşkeran bi ser 2 hezar û 900 malan de girt. Dîsa li girtîgehan binpêkirina mafan zêde bû. Bi OHAL'ê re mafên girtiyan hatin îhlalkirin. Girtî rastî cezayê tecrîd, hucre, ragihandin, hevdîtin û gelek cezayên din hatin. " 
 
TECRÎDA LI SER OCALAN DIDOME
 
Bîlîcî, bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Li gorî tespîta komeleyê 357 jê giran bi giştî Hezar û 25 girtiyên nexweş hene. Terîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya wê Bilind a Îmraliyê bi awayekî giran didome. Dîsa 5 girtiyên siyasî ku bi Ocalan re girtî di bin heman tecridê de tên girtin. Em dixwazin demek berî demekê dawî li tecrîdê bînin. 
 
QEDEXEYA LI KOLANAN DIDOME
 
Tevî gund û gundikan jî di navde bi sedan wargeh û herêm bi hinceta operasyonên leşkerî di çarçoveya “Herêma Ewlehiya Taybet" hatin qedexekirin. Mafê jiyana mirovan a rojane binpê kirin. Ji ber operasyonan şewat derket û xwezayê zerarek mezin dît Zerara maddî çêbû. Leşkeran di serdegirtina malan de îşkence li welatiyan kir. 
 
CENAZE DERXISTIN
 
Bîlîcî, diyar kir ku gorên endamên PKK'ê leşkeran di operasyonan de wêran kirin û bi biryara dozger cenaze ji goran hatin derxistin. Bilîcî, anî ziman ku wêrankirina goristanan û derxistina cenazeyan şerma mirovahniyê ye. Bîlîcî, anî ziman ku ev yek li dijî wîcdan û hiqûqê ye. 
 
45 JIN HATIN KUŞTIN
 
Bîlîcî, anî ziman ku tundiya li ser jinan her diçe zêde dibe û di sala 2017'an de 45 jin hatin kuştin. 13 jinan întîhar kir û ji ber tundiyê 37 jin birîndar bûn. 8 jin rastî êrîşa zayendî hatin û 5 zorî fihûşê hatin kirin. Li dibistan û saziyên dewletê jî zarok rastî tundî û êrîşa zayendî hatin. 12 zarok hatin qetilkirin. 8 zarokan întîhar kir. 2 zarok zorî fihuşê kirin. 95 zarok rastî îstîsmarê hatin. 
 
136 POLÎS Û LEŞKERAN JIYANA XWE Jİ DEST DA
 
Bîlicî, anî ziman ku ji ber pevçûnên li herêmê 136 polîs û leşkeran jiyana xwe ji dest dan. 258 kes polîs û leşker birîndar bûn. 461 endamên rêxistina çekdarî jiyana xwe ji dest dan. 6 endamên rêxistinê birîndar bûn. Di şer de 11 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. 9 leşker û polîs bi awayekî şik hatin kuştin. 
 
6 ZAROK JI BER MAYINAN, 7 JÎ BER WESAYÎTÊN ZIRXÎ MIRIN 
 
Li bajarên herêmê 6 jê zarok 7 kes ji ber mayin û teqîna bombeyên bêxwedî mirin. 17 jê zarok, yek jê jin 28 kes jî birîndar bûn. Kesek li ser sînor bi guleya leşkerên Îranê mir. 7 jê zarok 20 kes jî ji aliyê wesayîtên zirxî ve hatin kuştin. Her wiha 3 jê zarok 38 kes jî birîndar bûn. 9 kes jî bi hinceta li ser hişyariya raweste nesekinîne hatine kuştin û 10 kes jî birîndar bûn. 2 kes jî ji aliyê cerdevanan ve hatin kuştin. Li girtîgehê jî 2 girt, bi awayekî gumanbar mirin. 8 kes di êrîşên kiryar nediyar de mirin û yek jê jin 10 kes jî birîndar bûn. 
 
83 CARAN QEDEXEYA DERKETINA KOLANAN HAT ÎLANKIRIN 
 
Ji ber operasyon û pevçûnên çekdarî 13 caran li daristanan şewat çê bû. 35 caran jî herêmên ewlehiya taybet ên bi sedan herêmê dihebînin hatin îlankirin û 83 caran jî qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Cenazeyê 24 kesên rêxistinê radestî malbata wan nehatin kirin. Goristan û gorên cenazeyên endamên rêxistinê lê ne herî kêm 8 caran hatin texrîbkirin. Ji goristanekê jî 267 cenaze bi biryara dozgeriyê hatin derxistin û ew şandin Saziya Tiba Edlî. 
 
35 JIN HATIN QETILKIRIN 
 
13 jin întihar kirin û yek jê jî hewl da întihar bike. 35 jin jî ji ber şideta li nav malê hatin qetilkirin û 24 jê jî birîndar bûn. 7 jin di jiyana civakiyî de, ji ber êrîşan hatin kuştin û 13 jê jî birîndar bûn. 8 jin bi êrîşa zayendî re rû bi rû man û li 5 jinan jî fuhûş hat ferzkirin. Her wiha di warê binpêkirina mafên zarokan de jî; 8 zarok întihar kirin. 5 zarok bi şideta li nav malê hatin qetilkirin û 7 jê jî birîndar bûn. 5 zarok jî di jiyana civakiyî de hatin kuştin û 2 jê jî birîndar bûn. 95 zarok bi îstismara zayendî re rû bi rû man û li 2 zarokan jî fuhûş hat ferzkirin. 
 
BI SER 2 HEZAR Û 900 MALÎ DE HAT GIRTIN 
 
29 kes di bin çavan de bi îşkence û muameleya kirêt re rû bi rû man. 153 kes jî ji bilî cihên binçavkirinê bi îşkence û muameleya kirêt re rû bi rû man. 433 kes jî li girtîgehan bi îşkence û muameleyên kirêt re rû bi rû man. 14 kes jî bi ferzkirina sîxurtiyê re rû bi rû man û 20 kes jî hatin tehdîtkirin. 65 kes di xwepêşandanên civakî de an mudaxileyî wan hat kirin an jî bi lêdanê hatin birîndarkirin. Li dibistanê şidet li 2 zarokan hat kirin. Li gor daneyên me xwe gihandin wan; 20 jê zarok 3 hezar û 858 kes hatin binçavkirin. 2 jê zarok 788 kes hatin girtin. Bi ser 2 hezar û 900 malî de hat girtin. 
 
35 KOMELE HATIN GIRTIN 
 
Bi hinceta Rewşa Awarte 8 çalakî hatin qedexekirin. 11 weşan hatin qedexekirin. Polîsan avêt ser buroyeke belavkirina rojnameyan. 7 saziyên çapemeniyê û weşanê hatin girtin. 7 malperên nûçeyan ên înternetê hatin sansurkirin. Bi ser 15 avahiyên partiyên siyasî, 15 avahiyên şaredariyê û avahiya komeleyekê de hatin girtin. 35 komele, weqfek û 4 saziyên perwerdehî û çandê hatin girtin. Hêzên ewlehiyê mudaxileyî 17 xwepêşandanên civakî û civînên li derve kirin. Civîn û xwepêşandan li hin deveran bi awayekî bêdem û li hin bajaran jî her meh bi awayekî rêkûpêk hatin qedexekirin. Di nav 2017'an de 17 caran biryara qedexekirinê hat dayîn. 
 
630 GIRTÎ HATIN SEWQKIRIN 
 
630 girtî bêyî hincet hatin sirgûnkirin û sewqkirin. 159 girtî jî bi binpêkirinên mafan re rû bi rû man. Hevdîtina navbera 14 girtî û malbatên wan hat astengkirin. 95 girtî bi tecrîd û îzolasyonê re rû bi rû man. Herî kêm li 6 girtiyan cezayê dîsîplînê hat birîn. Mafê pêwendiyê yê 11 girtiyan jî hat astengkirin. 44 girtî ji mafên çalakiyên civakî hatin mehrûmkirin. Di warê bikaranîna zimanê dayikê de jî 4 caran binpêkirina mafan rû da. 
 
30 KARKER MIRIN 
 
Ji ber şert û mercên bêewlehî di qezayên karî de, 30 karker mirin û 26 karker jî birîndar bûn. 229 kedkar û karkerên cemaweriyê ji kar hatin dûrxistin. 4547 karker û kedkarên cemaweriyê bi biryarnameyan hatin îxrackirin. Der barê 83 kedkarên cemaweriyê de lêpirsîn hat vekirin û li 20 karkerên cemaweriyê jî cezayê îdarî hat birîn. 

Sernavên din

15/02/2018
12:08 Li Denîzlî zilam hevjîn û keça xwe kuşt
11:54 Danişîna Balûken taloq kirin
11:47 'Serê girtiyan li petekan xistin û girtî xwîn divereşin’
11:36 Parêzarên Ocalan serî li dozgeriyê dan
11:34 'Vê vînê li bajarên şoreşê çi kir, dê li Efrînê jî wisa bike’
11:28 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
11:27 'Çalakiyê rêya me ronî kir'
11:20 ‘Hûn bi kurdî baixivin em ê lêpirsînê bidin destpêkirin’
11:10 Qedexeya li ser 178 gundan bi dawî bû
10:50 Malbatên ku komeleya wan hat girtin: Careke din em qetil kirin
10:37 ‘Rojeke giran bû, lê çareserî li wir pêkan e’
09:59 Parêzer Oztuzun: Ocalan ji bo gelan siûd e
09:57 Parlementer Atalan: Qeyûm biryara xirakirina mala şînê ya Êzidiyan da
09:20 ‘Kongreya HDP’ê ders da xêrnexwazan’
09:12 Mexdûrên erdheja Wanê 2 mehin di sermayê de dijîn
09:11 Derhênerê fîlmê Zer: Ji hunerê ditirsin
09:10 Îşkenceya derûnî û fîzîkî li girtiyan dikin
09:09 Karkerên Akkîmê 200 roj in li mafê xwe digerin
09:09 Efrînîyan Erdogan hişyar kir: 300 hezar koçberên li Efrînê kî ne?
09:08 Eroglu: Cilên yek tîp wekî zirxê ku mirovan difetisîne
09:08 Ata: Ocalan komplo pûç kir, lê niha bi êrîşa li dijî Efrînê didome
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2018'AN
14/02/2018
23:23 Bi çekê êrîşî avahiya HDP'ê kirin
22:03 Demîrtaş: Derbeyê jî û kesên parlamento bombe kirin jî hûn dadirizîni
20:20 Endamê Meclisa PAK'e Mehmet Ermîş binçav kirin
19:26 Îdiaya li Girtîgeha Osmaniyeyê îşkence li girtiyan dikin
18:03 Prof.Dr. Baskin Oran xwest doz li Erodgan vebe
17:30 Dadgehê dîsa daxwaza girtina bersûcên doza mirina Kaceroglû red kir
16:54 Polîsê ji doza Pirsûsê tê darizandin: Midûr got ‘Di ketinê de lêgerîn neke'
16:42 Mîmar Alev Şahin hat berdan
16:22 Parêzerê Ocalan, Mehdî Oztuzun hat binçavkirin
16:03 'Azadiya Ocalan dê aştî û çareseriyê bîne’
15:48 Kemalbay di bin çavan de dest bi greva birçîbûnê kir
15:38 Rageşiya di navbera DYA-AKP'ê de zêde dibe: Dema biryarê ye
15:10 Îdianameya têkildarî mirina 2 zarokên biçûk hat amadekirin
15:01 'Girtina komeleya me nedîtina hovîtiyê ye’
14:46 ‘Nabe ku rexne mîna delîlê sûc bê nîşandan’
14:36 Ji ber got ‘Ji şer re na’ hat girtin
14:00 Dê rêveberên HDK’ê û pêkhateyên wê înê derbixin edliyê
13:21 Dadger biryar da ku leşkerê Hazar a 85 salî kuşt bigrin
13:11 Dayika 5 caran Ocalan li Helebê dît, qala Ocalan kir
12:50 Ocalan: 3’yemîn Şerê Cîhanê bi komploya li dijî min re dest pê kir
12:49 Demîrtaş piştî 460 rojan parastin kir
12:16 Girtiyên hejmara ser piyan qebûl nekirin, hatin derpkirin
12:06 Efrînî: Em ê bostek axa xwe jî nedin
11:08 Gelek kes têkildarî 15’ê Sibatê hatin binçavkirin
11:01 Walîtiya Amedê 176 gund qedexe kir
10:46 Tenê destûr da 20 kesan ku danişîna Demîrtaş bişopînin
10:28 TSK 26 rojin bi tang û topan êrîş dike, lê gavekê jî pêşve neçûne
10:12 6 rojin tu agahî ji rojnamevanê îranî Shoashargh nayên girtin
09:59 Li Îzmîrê mirineke gumanbar
09:43 Palandoken: Ji bo cezayekê giran bê dayîn em tê dikoşin
09:36 ‘Efrîn Gazze ye'
09:17 Subaşi: Gotinên dengbêjiyê bixwe berxwedan e
09:15 Wezareta Karên Hundir: Kuştina Zekî Acar li gorî huqûqê ye
09:12 Melda Onur: Dixwazin ser sûcê Aladagê bigirin
09:12 Ji bo fatîheyekê 5 TL didin!
09:11 Hem li mal, hem li zeviyê û hem li bazarê dixebite
09:10 Bi dermanên xwezayî şîfayê belav dike
09:09 Partiya Komunîst a Fransayê: Heta niha me çewisandinên wisa nedîtibûn
09:09 ‘Sîxuriyê’ li ser xebatkara rojnameyê ferz dikin
09:08 Dozger ji ber rexneyê doz li Tuncel vekir
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBAT 2018'AN
13/02/2018
22:06 Maşîneya leşkerî li mînîbûsa karkeran qeliband: 4 kes mirin
19:36 Di bombebarana Efrînê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da
18:39 Tillerson: Operasyona Efrînê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê lawaz kir
18:37 Rojnameger Çagdaş Erdogan tahliye bû
18:10 Li 4 'Meşvanên Aştiyê' ceza birîn
17:13 Serlêdana ji bo hevdîna bi Ocalan re cara 730'emîn red kirin
17:02 Serpil Kemalbay binçav kirin
16:45 Ciwanên Tebqayê Efrîn silav kir
16:15 Di bombebarana TSK'ê ya li ser Efrînê de 2 jin hatin kuştin
16:15 'Gelê Hatayê ji şer bêzar bûye’
16:07 18 hezar û 507 mafên mirovan li bajarê kurdan îhlal bûn
15:58 Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê di 15'ê Sibatê de dikevin grevê
15:51 Polîsan 7 saetan li avahiyên HDP û DBP’ê lêgirin kirin
15:17 Hejmara binçavkirinan derket 17’an
14:52 Belavkarê Ozgurlukçu Demokrasî hat berdan
14:50 Polîsan bi ser mala Serpîl Kemalbay de girt
14:49 Li Hejmara 1 a Girtîgeha Şakranê girtî jehrî bûn
14:37 Li Efrînê mala dîrokî ya Betal Axa Kînc hat rûxandin
14:35 HDP: Vîna aştiyê hatiye binçavkirin
13:51 Di doza Demîrtaş de biryara yekkirina dozê
13:50 'Em li virin bila Erdogan vala vala xwe mijûl neke’
13:49 Îro jî 15 akademîsyen hatin darizandin
13:30 Jinên Efrînî daketin qadan: Em li vir in
13:22 Di doza Dînk de, bi hinceta 'Bylock' bi kar neanîne 2 kes hatin berdan
13:08 ‘Berxwedanê gelek plan pûç kir'
13:04 Jinên edeneyî: Em ê bibin şopdarê bûyera îstîsmarê
13:03 Dozger xwest 25 sal ceza li wekîla HDP'ê Beştaşê bê birîn
12:39 ‘Hafîfe Temel bi salan îşkence dît’
12:28 Polîsan malbata di mala şînê de binçav kirin, berdan
12:24 'Dîroka Mirina Avê' êdî li ser înternetê jî wê bê temaşekirin
12:22 Mamedoglu: Piştî em bên ser peywirê emê navê kurdî dîsa daliqînin
12:21 Amedî: Şerê li dijî Efrînê ji bo qoltix û qesrê ye
12:13 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:12 Seroka Komeleya 10'ê Cotmehê: Biryara girtina Komeleyê dê me bêtir geş bike
11:52 Şaredarê CHP'ê piştî piştgirî da Efrînê beraet kir
11:51 27 dibistanên Efrînê kirin hedef, 13 xwendekar kuştin
11:47 Polîsan li Meletiyê bi ser avahiyên HDP û DBP’ê de girt