NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê, têkildarî 20’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşandin û diyar kirin ku ji bo hişyariyê ew dê di 15’ê Sibatê de ji bo 3 rojan li tevahî girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê bikevin çalakiya greva birçîbûnê.
Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê, têkildarî 20’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî weşandin û diyar kirin ku ji bo hişyariyê ew ê di 15’ê Sibatê de ji bo 3 rojan li tevahiya girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê bikevin çalakiya greva birçîbûnê. Li ser navê girtiyan Denîz Kaya daxuyaniyê da û wiha got: “15’ê Sibatê ji bo gelê kurd û Rojhilata Navîn rojeke reş e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin e. Rêberê me ku ji bo rizgariya gelan û ji bo azadiya civakî kedeke mezin daye 20 sal e li Îmraliyê dîl hatiye girtin û di bin tecrîdeke giran de ye. Gelê kurd her sal vê rojê bi şîara ‘Hûn ê nekarîbin roja me tarî bikin’ pêşwazî dikin û bi çalakî, meş û mîtîngên girseyî vê roja reş şermezar dikin. Bi boneya vê rojê careke din em hevalên xwe Halît Oral, Sema Yuce, F. Baygeldî, Serdar Arî, Elefteriya, Viyan Soran û sedan şoreşgerên din ku vê rojê bedena xwe bi agir şûştine û nemir bûne bi bîr tînin û em ê bi rêzdarî li doza wan xwedî derkevin.”
'ERDOGAN JÎ ÎRO JI BO TIRKIYEYÊ BÛYE GEF'
Kaya di daxuyaniyê de da zanîn ku polîtîkayên tunekirinê yên sedsalî careke din di şexse Erdogan de bi pêkanînên faşîzane xwe dane der û got ku ev yek nîşaneya bêtehamuliya li hemberî gelê kurd e û wiha got: “Êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Efrînê li ser esasê qirkirina gelê kurd hatiye destpêkirin. Gelê kurd ku li axa qedîm reh berdaye û bi berxwedanê hebûna xwe parastiye dê kesên dixwazin kurdan tasviyek bikin tasviye bike. Gelê Efrînê ku li hemberî dagîrkeriya Tirkiye û çeteyên wê li ber xwe dide hêza xwe ji ax, roj, nirxên pîroz û heqîqetê wergirtiye. Fikr û zikra Erdogan li ser qirkirina çandî û civakî ya kurdan hatiye afirandin.Çawa ku Hîtler li Almanya, Mussolînî li Îtalya li ser civakê bûye gef, Erdogan jî îro li ser Tirkiye û Kurdistanê bûye gef. Bêtehemuliya li hemberî miriyên kurdan û hilweşandina goristanan ne tesadufiye.Wekî girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê girtî ne li hemberî van kirinên dijmirovî em ê tevî gelê xwe li ber xwe bidin.”
JI BO SÊ ROJAN DIKEVIN GREVA BIRÇÎBÛNÊ
Kaya di berdewama daxuyaniyê de diyar kir ku faşîzm li hemû derî faşîzme û wiha got: “Wekî girtiyên PKK û PAJK’ê em ê li hemberî faşîzmê li ber xwe bidin û cilên yektîpî li xwe nekin. Girêdayina me ya serokatî û nirxên gelê me yê pîroz me sewqî têkoşîn û berxwedanê dike. Em ê li mîrateya berxwedana Kemal, Hayrî, Mazlûm, Sema û Sarayan a li girtîgehan derkevin û jiyaneke layiqî wan bijîn.”
Kaya bal kişand ser tecrîda giran a li ser Ocalan jî û wiha got: “Di vê çarçoveyê de em girtiyên PKK’î û PAJK’ê li hemberî kirinên tifaqa faşîst û qirker a AKP-MHP ku li hemberî serokatiya me tecrîdek giran dide meşandin, Efrînê dagirkiriyeû dixwaze cilên yektîp li me bike xwedî helwest in. Di salvegera komploya Navneteweyî ya li hemberî serokê me pêk hat de em dê ji bo hişyariyê 3 rojan bikevin greva birçîbûnê. Di vê mînvalê de ger êrîşên faşîzane zêde bibin em jî dê berxwedana xwe bilind bikin.”
Kaya di dawiya daxuyaniyê de da zanîn ku çalakiya wan a 3 rojan ji bo parastina nirxên pîroz e û bang li tevahî parêzvanên mafên mirovan û rewşenbîran kir û xwest li dijî faşîzmê li cem gelê xwe têkoşîna hevpar bidin.