STENBOL - Li Esenyûrtê polîsan avêt ser mala endama Meclîsa Partiyê Serpîl Kemalbayê.
Li Esenyûrta Stenbolê polîsan avêt ser mala Serpîl Kemalbay ku di kongreya 11'ê Sibatê de peywira xwe ya hevserokatiya giştî dewr kiribû û wek endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê hatibû hilbijartin. Polîsan deriyê avahiya ku kes ne li malê bû şikandin û ketin hundur û lêgerîn kirin. Piştî lêgerînê polîsan mifteya deriyê ku şikandin bi çilîngîr guherandin û paşê ji malê derketin.
Beriya kongreya HDP'ê di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi rê ve dibe de Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Onûr Hamzaoglû jî di nav de 7 kes hatibûn binçavkirin û der barê 17 kesan de jî biryara lêgerînê hatibû dayîn.
Hat hînbûn ku yek ji kesên ku der barê wê de biryara zevtkirinê hatiye dayîn jî Serpîl Kemalbay e.